Kovara bi navê “Temaşe” a sînemayê ku dijîtal tê weşandin, bi hejmara xwe ya 7’an careke din derket pêşberî sînemahezan. Kovara “Temaşe” jî berga vê hejmara xwe weke gelek #kovarên Kurdî# vê mehê derçûn, cih daye Jîna Amînî.
Kovara “Temaşe” ji sê mehan carekê çap dibe û di kovarê de nivîsên bi Kurmancî, Kirmanckî û Soranî cih digirin. Di vê hejmarê de jî 12 nivîsên Kurmancî, 3 nivîsên Kirmanckî û nîvîsek jî bi şêwezarê Soranî heye.
Di beşa Kirmanckî de Pinar Yildiz bi serenavê “Sînoran Ser ra Ver bi Keyeyî: Sînemaya Alî Kemal Çinarî” behsa sînemaya Alî Kemal Çinar kiriye. Her wiha Welat Ramînazadiyî jî bi mijarek cuda bi serenavê “Filmê Beatsî: Şiknayîşê Ezîktî û Ferdbîyayîş” li pêşberî xwînerên kovarê ye.
Di vê hejmarê de Armanc Dayan hevpeyvîneke berfireh bi derhêner Emîr Xulamiyî re kiriye ku tê de serpêhatiya Xulamiyî, rewşa sînemaya Rojhilatê û bi giştî behsa sînemaya Kurdî hatiye kirin.
Her wiha Engîn Sustam jî bi xwendineke akademîk, bi serenavê “li Xaçerêya Hêmayên Dekolonyal Sînemaya Kurdî” li ser taybetmendîya antî-kolonyal ya sînemaya Kurdî nivisiye.
Her wiha sînemavan Ardîn Dîren jî bi nivîsa xwe ya “Hewrikên di tûrikê Jonas Mekas” de behsa sînemaya Jonas Mekas kiriye û manifestoya ku ji bo 100 salên sînemayê nivîsandiye, nirxandiye.[1]
=KTML_Link_External_Begin=https://www.kurdipedia.org/docviewer.aspx?id=448219&document=0001.PDF=KTML_Link_External_Between=انقر لقرائة Kovara Temaşe cara 7’an derçû=KTML_Link_External_End=