Nivîskar û çîroknivîs Rojîn Mihemed Mûsa
Rojîn Mihemed Mûsa, ji gundê Şora Rojhilat ya girêdayî bajarokê Zirgan e. Zirgan, di navçeya gelek bajaran de cih digre, mîna li ser xeta #Serê kaniyê#, #Tiltemir# û #Dirbêsiyê#. Ew bîst û şeş salî ye, Xwendekara Zanîngeha Rojava ye, beşê Wêje û Zanistên Civakî, sala xwe ya dawî dixwîne. Li bajarê Dirbêsiyê û Zirgan Peymangeha kurdî qedandiye û her wiha hemû astên kurdî jî derbaskiriye. Xwendina wê ya erebî Hiqûq bû, lê ji ber rewşa şer 2014 li bajarê Hesekê wê xwendina xwe bidawî nekir.
Di 2019an de, dest bi nivîsandina zimanê kurdî û çîrokan kir. Ew bi xwe keça siyasetmedar mamoste Mihemedê Mûsê ye, ji zaroktiya xwe ta roja îro de, bavê wê bi wê re piştgir û alîkar e. Him bav e, him jî heval û şêwirmendê jiyana wê ye.
Berhemê wê ev in:
Berhema çapkirî bi navê: Xewna Meha Dehan, MG, Qamişlo, 2020
Berhemên destnivîs ev in:
1-Çîrokên zarokan.
2-Gotarin /Siyasî, Civakî û Dîrokî/.
3- Komek çîrokin li hêviya çapkirinê ne.[1]