Perî Ibrahîm, li #Rojavayê Kurdistanê#, li bajarê #Dirbêsiyê# jidayikbûye û mezinbûye, di destpêka temenê xortaniya xwe de, di sala 1989 an de derketiye dervî welat û çûye welatê Birîtanya li herêma Skotland bicihbûye, li wir dest bi xwendina sînema kiriye, heta ku lîsans, master û dektora stendiye, piştre jî wek derhêner hejmarek fîlm çêkiriye, binavtirîn fîlmê wî Gas Attack (2001) e.
Perî di telvîziyonên mîna BBC, TV FIVE, 4C, 4 NEWS û hin telvîzyonên din jî kar kiriye, fîlmên wî li Britanya û dervî Birîtanya hatine nimayişkirin.[1]