Mezlûm Kobanî، Ferhad Ebdî Şahîn, (jdb. 1967) bi navê xwe yê serfermandarî Mazlûm Ebdî yan jî Mezlûm Kobanî tê naskirin. Ebdî wek sefermandarê serekê (generalê sereke) ya Hêzên Sûriyeya Demokratîk kar dike. Di roja îro de wekî hevalbendê Dewletên Yekbûyî û Koalîsyona Navneteweyî ya li dijî DAÎŞê li li Bakur û Rojhilatê Sûriyê hevkariya leşkerî dike.
Navê wî ê rast Ferhad Ebdî Şahîn e. Di bin navên wî din Şahin Cilo, Mezlûm Kobanî ne. Ew rayedarekî payebilind ê PKKê bû ku ji salên 1990î û pê ve bi Abdullah Öcalan re di nav koçberiya Sûriyê de xebitî û paşê jî di avakirina PKKê de li Ewropayê roleke çalak girtiye.
Li gorî medyaya rêxistinî, Mezlûm Kobanî hîna di sala 2013an de, endamê Konseya Rêvebir a manîfestoya PKKê , Koma Civakên Kurdistanê bû.
Çavkaniyên Tirkan ragihandin ku Mezlûm Kobanê di 1990î de endamê PKKê bû. Di sala 1996an de li herêma Şemzînanê çalak bû. Ji 1997an ta 2003an, Mezlûm Kobanê li Ewropa bû û di 2003/2004 de ew li wargeha penaberan a Mexmûrê li bin kontrola PKKê bû.
Di sala 2005an de, ew ji serokatiya PKK rakiribû û ji 2009 heya 2012an fermandariya yekîneyek taybetî ya gerîla PKK HPGê kir. Pişt ra, wî berpirsiyarî rakir li beşê Kurdistana Sûriyê. [1]