Yaqob Tilermenî, sala 1972'yan li Qosera Mêrdînê ji dayik bûye. Dibistana Seretayî, Navîn û Lîseyê li Qoserê xwendiye. Li Zanîngeha Dîjleyê, Fakûlteya Perwerdehiyê, Beşa Fizîkê qedandiye. Ji 1995'an heta taliya 1998'an li Stenbolê Mamostetiya Fîzîkê kiriye. Dû re li Qoserê Mamostetiya Fen Bîlgîsiyê kiriye. Di Gulana 2002'yan de ligel deh mamosteyan û endazyarekî, bi bahaneya xebatên perwerdekirina kurdî hatiye girtin û mehekê di Girtîgeha Mêrdînê de maye. Piştî serbestmayîn û rizgarbûna Dadgeha Ewlekariya Dewletê (DGM) li karê xwe vegeriyaye û ji hêla Walîtiya Mêrdînê ve sirgûnî bajarê Yozgatê bûye. Weke sirgûn sê salan li gundekî navçeyeke Yozgatê maye. Dû re li bajarê Mersînê heta sala 2017'an mamostetî kiriye û bi biryara hikûmetê ji kar hatiye derxistin. Ji ber zextên berpirsiyarên dewletê mecbûr maye ji welatê xwe veqete û ligel malbata xwe li bajarê Lozanê yê bi ser Swîsreyê bi cih bibe. Tilermenî bi helbestvan Dîlber Hêma re zewicandiye û xwediyê du keçan e.
Nivîs û çîrokên wî ji sala 1997'an û vir ve di kovarên bi navê Jiyana Rewşen, Pelîn, Kevan, Nûdem, Hîwa, Rewşen-name, Kovara W, Notos, Dünya'nin öyküsü, Tîroj, pêveka özgür Gündem- Ekgündem, Rojnameya Azadiya Welat, Özgür Politika, Xwebûn û malperên bi navê Mehname, Amûde, Diyarname de hatine weşandin.
$Berhemên wî$
Êşbazî, Kurteçîrok, Weşanên Sî Gulan 2002
Bermeqlûb, Kurteçîrok, Weşanên Sî Gulan 2003
Ferhenga Sirgûnê, Kurteçîrok, Weşanên Lîs Mijdar 2005
Kitim-Sêbareya Mêrdînê 1, Roman, Weşanên Lîs Îlon 2005
Qerebafon-Sêb areya Mêrdînê 2, Roman, Weşanên Do 2009
Bavfileh- Sêbareya Mêrdînê 3, Roman, Weşanên Do 2010
Metamorfoz, Kurteçîrok, Weşanên Na Nîsan 2012
Kermêşa Gerok, Kurteçîrok, Weşanên Zîbeq Sibat 2012
Lemişta çîrokên kurdî/Salnameya 2012-2013-2014'an, Weşanên Na, 2013
Kulîlkên Apê Mûsa, Şanonameya Zarokan A Muzîkalî, Weşanên Zîbeq Sibat 2012
Danişîna Zimanekî, Şanoname, Weşanên Şanoya Şaredariya Mezin a Amedê 2012
SERGOtina Calvino, Roman, Weşanên Avesta Gulan 2013
Hêlange, Roman, Weşanên Lîs 2015
Pizdank, çìrok, Weşa'nên Lîs, 2016
Qerebafon-Sêbareya Mê'rdînê 2, Roman, Weşanên Lîs, 2021 (çapa nû)
Bavfileh-Sêbareya Mêr'dînê 3, Roman, Weşanên Lîs, 2021 (çapa nû)
$Wergerên wî (Ji Tirkî bo Kurdî)$
Rojda, özcan karabulut. çîrok, Weşanên Lîs,
Cam û Kevir, Şükrü Erbaş (li gel Dîlber Hêma), Helbest, Weşanên Lîs,
Bêbaran, Hicri Izgören (li gel Lal Lales), Helbest, Weşanên Lîs,
Dansa Berber, Sirri Ayhan, Roman, Weşanên Na
Aso, Fatma Köl, Roman, Weşanên Lîs,
Tenêtî Dişibe Kê, Semih Gümüş, Roman, Weşanên Lîs. [1]