Navê pirtûkê: Pizdank
Navê nivîskar: #Yaqob Tilermenî#
Cihê çapkirina pirtûkê: Amad
Navê çapxaneyê: Lîs
Sala çapê: 2018
Berhema sêbesî ya ji Dij-gotin, Çîrokên dilês/vegotinê û Sanoya ês/gotinê ve pêkhatî, bi feraseteke pro—femînîstî ya xwe dispêre Jîneolojîyê di serî de Eyse San, Meryemxan û Leyla Qasima bi jîyînên xwe yên xwedî bûnewerîya qewîn giyanê jinên Kurd vedibêje. Çîrokên jinên Kurdan ên ji sedsala bîstemîn û sedsala bîstûyekemîn ve digel helwestên xwe yên xweser ji hemû jinên cîhanê re bûne direwsên mînak, lê ji ber bêdewletbûnê ve cihê xwe di nava ferhenga jinê ya cîhanê de negirtine. Yaqob Tilermenî bi dijgotineke dekonstruktîvîstî, avahîsazîya çîrokên xwe bi xerakirinekê ji nû ve ava dike, li ser bîr û boçûnên ramaneke xweser datîne. Tilermenî, rastîya di çîrokên xwe de bi Kirdeya ku ti carî mafê wê yê bijartinê tuneye û digel tunebûna xwe kartêkirinên wê li her derê jîyan û civakê dide der, bi gotineke Lacanî -bi navê serziman tistek tuneye- diguncîne û raber dike. Bi vî hawî destnîsan dike ku tistek bi navê civakê jî tuneye. (Gulzozanê salên bîst û pêncan li dû xwe histibû û pêngav avêtibû ber bi navserebûnê ve. Belê, jinên Kurd ên fetloneka salên bîstan li xwe dibuhurandin êdî weke jinên navsere tevdigerîyan. Nexwe di temenê dozde û sêzdehan de keçên nasîn diketin paxila mêran û hîna sal li xwe nedizîvirandin, pêçek li ber hembêza xwe didîtin. Gulzozanê jî keçika sêyemîn anîbû jîyanê û li ser daxwaza derdorê ji bo ku lawekî diyarî mêr û civakê bike, navber nedabû anîna zarokan… Di pizdankeke du mehî de, pizekî xwe bi betnê malzarokê girtibû û ji bo ku li wê derê mayînde bimîne, li ber xwe dida. Ji ber hindê Gulzozan ji pizdanka malzarokê bêhay bi lezgînî dimesîya heta ku likumî û li ser xiraman ramedîya…) [1]