Nasnav: Elîşêr Zagros
Nav û paşnav: Ugûr Bektaş
Cihê jidayikbûnê:Çewlig
Navê dê û bav: Gul - Mehmet
Dîrok û cihê şehadetê: 19’ê Hezîrana 2022’an / Zap
Hevrêyê me Elîşêr di nava malbateke welatparêz û Elewî ya bi eslê xwe ji Çewlîgê, li #Stenbol#ê ji dayik bû û mezin bû. Ji ber ku hawirdora ku lê dijî, cihekî kedkar û welatparêz e, hevrêyê me Elîşêr ji ciwaniya xwe ve nakokiyên çînî û polîtîkaya qirkirinê ya ku dijmin dixwaze li ser gelê me bimeşîne, dîtiye. Ji malbateke Elewî û #Kurdistan#î bû sedem ku hevrêyê me Elîşêr zêdetir rastî zextên dijmin were. Lê belê hevrêyê me Elîşêr weke kesayetek Kurdistanî û Elewî her tim jiyaneke layiqî nasname û baweriya xwe jiyaye û di vê de israr kiriye. Hevrêyê me Elîşêr li dijî siyaseta bê nasnamekirinê, asîmilasyonê û zextê ketiye nava lêgerîna têkoşînê. Li ser vê bingehê felsefeya Rêbertiyê ya ku qet jê dûr nebû xwest fêm bike û li ser vê bingehê têkoşîn kir. Pêşî di nava xebatên ciwanan de cih girt û bi serkeftina xwe ya di van xebatan de di destpêka jiyana xwe ya têkoşînê de bû mînak. Êrîşên dijwar ên dijmin, şehadeta bi dehan hevrêyên me yên di nava refên gerîla de, tecrîd û zextên li ser Rêbertiya me bûne sedem ku lêgerîna hevrêyê me Elîşêr hîn bêhtir berfirehtir bibe. Li ser vê bingehê biryar da ku tevlî nava refên gerîla bibe ku weke qada têkoşînê ya herî berhemdar dîtiye û di sala 2011'an de di salvegera Pêngava birûmet a 15'ê Tebaxê de tevlî nava refên gerîla dibe.
Piştî perwerdeya şervanên nû, zû hînê jiyana çiya û gerîlatiyê bûye û ji ber azweriya xwe ya azadiyê, di nava xwe de guhertinên girîng afirand, pêşketineke mezin çêkir. Hevrêyê me Elîşêr ê ku dixwaze xwe di hunera leşkerî û şêwaza gerîlatiyê de bi pêş ve bibe û di vî warî de jî xwedî pêşniyazan e, di qada sabotajê de jî bûye gerîlayekî profesyonel. Piştî pratîka nêzî 3 salan berê xwe da eniyên şer da ku li hemberî êrîşên çeteyên DAÎŞ’ê, bi gelê me re be. Û weke milîtanekî pêşeng ê gelê me vê erka xwe bi cih anî. Di eniyên şer de bi biryardarî û bi tempoyeke bilind beşdarî xebatan bû û di gelek çalakiyên li dijî çeteyan hatin pêşxistin de cih girt. Di heman demê de ji ber ku di qada sabotajê de pispor bû rê li ber gelek komkujiyên ku çeteyan dixwestin pêk bînin, peywireke girîng bi cih anî.
Di şerê dijwar de bi şehadeta hevrêyên xwe gelekî bandor bû û ji bo tolhildana wan têkoşînek mezin da. Her çendî xwediyê têkoşîneke bi fedaî bû jî, lê dît ku têkoşîna wî têra azadiya gelê me û misogerkirina azadiya fîzîkî ya Rêberê me nake. Bi baweriya ku divê ji bo vê yekê têkoşîneke bi bandortir bimeşîne, di sala 2017'an de tevlî Hêzên Taybet bû. Di pêvajoya perwerdeyê de hewl da ku kesayetek layiqî gelê me û Partiya me ava bike û xwest bi vî awayî xwedî li nirxên ku hevrêyên me yên şehîd avakirine, derkeve. Mîna hevrêyê me Şehîd Zîlan ku bi lêhurbûnên xwe yên kûr bû sembola xeta me ya fedaîbûnê, hevrêyê me Elîşêr jî diyar kir ku ew ê di sekn, jiyan û çalakiya xwe de li ser xeta Zîlan bimeşe. Ji bo vê jî fedaîbûnê wiha pênase kir: ‘Heta nefesa xwe ya dawî nirxên ku şehîdên me yên leheng avakirine, di dilê xwe de hilgirtine’. Hevrêyê me Elîşêr ku li gorî vê biryardariyê bûye xwediyê kesayetek wisa, di serî de bi dilsoziya xwe ya ji bo Rêbertî û xeta şehîdan, bi baweriya xwe ya bi azadiya gelê me re û bi hezkirina xwe ya ji bo hevrêyên xwe, hema van nirxan di kesayeta xwe de xemilandiye.
Hevrêyê me Elîşêr ku bi lêhûrbûna xwe ya kûr a li ser xeta fedaîbûnê, hurmeta hemû hevrêyên xwe bi dest xist, di pêkanîna van lêhurbûnên xwe de israr kir û xwest derbasî qadên pratîkî bibe. Li ser vê bingehê li hemberî êrîşên dijmin ên li dijî herêma Zapê, xwest bi hevrêyên xwe re li çeperên berxwedanê cih bigire. Hevrêyê me Elîşêr ê ku bi helwesta xwe ya li herêma Zapê ya ku weke fermandarekî pêşeng çûbû, bandor li hemû hevrêyên xwe kir û bi tevlêbûna xwe ya fedaî ev peywira pêşeng a di şer de bi cih anî. Beşdarî gelek çalakiyên li dijî dijmin ên li herêma Zapê bû, derbên giran li dijmin xist. Di meha Hezîranê de ku şer dijwar bû, bi ruhekî fedaî xwest berxwedanê geş bike û di vî warî de xebatên girîng dan meşandin. Hevrêyê me Elîşêr ku di êrîşa dijmin a 19’ê Hezîranê de şehîd bû, wê her tim weke fermandarekî pêşeng ê Pêngava Şoreşgerî ya Bazên Zagrosê ji aliyê hevrêyên xwe ve bê bîranîn.[1]