Nasnav: Karker Îsyan
Nav û paşnav: Orhan Kûnûr
Cihê jidayikbûnê: Şirnex
Navê dê û bav: Zelîha - Osman
Dîrok û cihê şehadetê: 19’ê Tîrmeha 2022’an / Zap
Hevreyê me Karker Îsyan li bajarê Botanê Silopyayê ku warê berxwedan û serhildane ye ji dayik bû û di nava malbatekî welatparêz de mezin bû. Mîna her malbateke welatparêz a Botanê, malbata hêja ya hevreyê me Karker jî zarokên xwe li gorî çand û kevneşopiyên welatparêziyê mezin kiriye. Malbata me ya hêja ku baş dizanin li dijî polîtîkayên qirkirinê yên dijmin hebûna xwe tenê dikarin bi israra çand, ziman û nasnameya biparêzin, di vî warî de bûye mînaka malbatek welatparêz. Tevî zext û gefên dijmin di têkoşînê de bi israr bûn û serê xwe ji dijmin re netewandin. Malbata me ya hêja ku kevneşopiya berxwedanê derbasî zarokên xwe ji kirin, her tim di berxwedana mafdar a gelê me de berdêl daye. Hevreyê me Îsyan Karker- Xezal Kunur di sala 2013’an de cara yekem ji vê malbata hêja ku çanda berxwedanê ya Botanê kir taybetmendiyên kesayetiya xwe, tevlî nava refên #gerîla# bû û weke xwediyê jiyan û têkoşîneke destanî di Berxwedana Xwerêveberiyê de gihişt asta şehadetê. Piştre di sala 2014’an de hevreyê me Karker Îsyan ji tevlîbûna birayê xwe hevrê Îsyan bandor dibe, berê xwe dide çiyayên pîroz ên Cûdî û tevlî nava refên gerîla dibe.
Hevreyê me Karker ku perwedeya yekem a gerîlatiyê di herêma Cûdiyê de dibîne, bi tecrubeyên xwe yên Cûdiyê di demeke kurt de bû gerîlayekî jêhatî. Hevrêyê me Karker ê ku piştre derbasî Herêmên Parastinê yên Medyayê bû, li vir perwerdeya xwe domand û di şerê gerîla de bû pispor. Di nava refên gerîla de yekem car dibe heyranê xwezaya bi heybet a çiyayên Kurdistanê. Her wiha ji samimiyet û durustiya têkiliyên hevaltiyê ku yek ji esasên herî bingehîn ên partiya me ye bandor dibe û ji bo ku bibe hevrêyek baş kedeke mezin dide. Di vî warî de ji bo rakirina bandorên sîsteme yên li ser xwe jî kedeke mezin da û hewl da ku zêdetir taybetmendiyên xwezayî ya Botanê di kesayeta xwe de bi cih bike. Her ku ji bandorên pergalê rizgar bû, ewqasî xwe nas dikir, lewma jî azad dibû. Ji bo îdeolojiya Rêbertiyê fêm bike û jiyana xwe li ser esasê vê îdeolojiyê bi rê ve bibe, kedeke mezin da. Ji bo ku di vê hewldanê xwe de serketî be her tim lêhûrbûn dike û vê yekê ji xwe re dike şêweyê jiyanê. Hevreyê me çawa ku di şerê li dijî çeteyan de bi cesaret û xwînsariya xwe ji hemû hevreyên xwe re dibe mînak, bi rihê êrîşkar a Apoyî jî pêşengiyê dike. Bi saya taybetmendiyên xwe yên fedakar û kedkar bû çavkaniya hêza hevreyên xwe. Hevreyê me Karker ku di gelek pengavên li dijî çeteyan de cih girt, di van pengavan de du car birîndar bû û tevî vê yekê jî ti car dest ji têkoşîn û biryardariya xwe berneda û bû layiqê hevreyên xwe yên şehîd. Hevreyê me Karker piştî serketinên di şerê li dijî çeteyan de, bi serbilindiya mafdar ku erka xwe ya li hemberî gelê me bi serketî temam kiriye, cardin berê xwe dide çiyayên Kurdistanê. Hevreyê me Karker li dijî êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li ser gerîlayên azadiya Kurdistanê, xwest biçe herêmên şer û weke fermandarê yekîneyê derbasî herêma Zapê bû.
Hevreyê me Karker ku li dijî êrîşên dagirkeriyê yên ku 14’ê Nîsanê dest pê kirin, bi moral û kelecaneke mezin cihê xwe di çeperên berxwedanê de girt, di gelek çalakiyên li dijî dijmin de erka xwe ya pêşengtiyê bi serkeftî bi cih anî. Hevreyê me Karker ku tecrûbeyên xwe yên şer bi hevreyên xwe re parve dike, bi taybetî ji bo pratîka taktîkên gerîla yên serdema nû dewlemendtir bibe kedeke mezin da. Hevreyê me Karker bi baweriya xwe ya taktîkên gerîla yên serdema nû xwest li hemberî dijmin çalakiyên ji nişka ve pêş bixe û ji bo vê her tim di nava lêgerînê de bû. Hevreyê me ku derfet dît van xwestek û lêgerînên xwe bixe pratîkê, di gelek çalakiyên ku derbên giran li dijmin hat xistin de cih girt û bi rengekî rast xwedî li bîranînên hevreyên me yên şehîd derket. Hevreyê me Karker ku bi kesayeta xwe ya fedekar û bi coş derbasî qada şer bû û bû yek jî fermandarên pêşeng ên Pêngava Şoreşgerî ya Bazên Zagrosê. Hevreyê me Karker di 19’ê Tîrmeha 2022’an de di êrîşên dijmin de şehîd bû. Mîna têkoşîna xwe wê bi şehadetê xwe re jî pêşengiya me bike. Em soz didin ku em ê di şexsê hevrêyê xwe Karker Îsyan de ala şoreşê bi layîqa hemû şehîdên xwe hilgirin.
Em sersaxiyê ji hemû gelê me yê welatparêzê Kurdistanê re, bi taybetî ji malbatên hêja ên fermandar Berfîn, Elîşêr, Nûman û Karker re dixwazin ku bi tevlîbûnên xwe yên fedaî di Pêngava Şoreşgerî ya Bazên Zagrosê de derbên giran li dijmin dan û bû sembol. Em ê teqez xeyalên şehîdên xwe yên 'Rêbertiya Azad, Kurdistana Azad' pêk bînin.”[1]