Li gor jêderên taybetî, Nivîskar û Lêkolerê navdar yê Kurd #Munzur Çem#, îro li bajarê Berlin ya Almanyayê koça dawî kiriye.
Munzur Çem ku, sala 1947an li gundê Qurze ya li #Bîngol# ji dayik bûye, nav hatî tevahiya jiyana xwe bo xizmet kirina çand û #wêjeya Kurdî# bi taybetî zaraveya #Zazakî# feda kiribû û di vê warî de jî xwedan çend berhemên girîng yên nivîskiye.
Çem herwiha endamê desteya avaker (damezrêner) ya PEN Kurde.[1]