$Agahiyên şehîd:$
Nasnav: Baran Çirav
Nav û paşnav: Çekdar Ogûz
Cihê jidayikbûnê: #Sêrt#
Navê dê û bav: Xatûn – Mehmet Alî
Dîrok û cihê şehadetê: 26’ê Mijdara 2022’an / Metîna
$Kurtejiya şehîd:$
Hevreyê me Baran ku li gundê Torik ê navçeya Dihê ya Sêrtê ku li wir bi pêşengiya fermandarê me yê nemir Mahsun Korkmaz (Egîd) de guleya yekemîn li dijî #dewleta Tirk# a dagirker hate avêtin, di nava malbateke ku girêdayî xeta welatparêzî û kevneşopiya Kurdistanê de mezin bûye. Hevreyê me Baran ku bi naskirina xeta berxwedan û serketinê mezin bû, di temeneke biçûk de cihê xwe di refên têkoşînê de digre. Hevreyê me Baran bi saya birayê xwe Şehîd Çirav Botan ku di sala 2004’an de tevlî refên #Gerîla#yên Azadiyê bû, fermandarekî xwerêveberiyê yê Hêzên Taybet bû û di sala 2016’an de li Sertê di pêvajoya Berxwedana Rêveberiya Xweser de şehîd bû, eleqeyekî mezin dide gerîlatiyê. Hevreyê me ku dema di zanîngeha Sêrtê de beşa Makîneyê dixwîne bi awayekî bibandortir tevlî têkoşînê dibe û felsefeya azadiya Rêber Apo ji nêz ve nas dike, tevlî xebatên ciwanan bûye û ji bo ku ciwanên Kurd li hember polîtîkayên qirêj ên dewleta Tirk a qirker hişyar bike, kedeke mezin daye. Hevreyê me ku di vê demê de rastî êrîşên giran ên dewleta Tirk hat, gelek caran hatiye destgîrkirin û di sala 2012’an de jî hat girtin. Hevreyê me Baran ê ku 14 meh di zîndanên faşîstan de li ber xwe da, di vê pêvajoyê de xwe zêdetir pêşxistiye û biryara xwe ya têkoşînê mezintir kiriye. Di malbata hevreyê me Baran de gelek kes tevlî Têkoşîna Azadiyê bûye. Hevreyê me Baran jî weke ciwanekî Kurd bersiva pêwîst dide êrîşên dewleta Tirk a dagirker û di sala 2014’an de tevlî refên gerîla dibe. Hevreyê me Baran li Dihê tevlî Gerîlayên Azadiya Kurdistanê bû, piştre derbasî Hêrêmên Parastinê yên Medyayê dibe û li wir perwerdeya bingehîn a gerîlatiyê dibîne û bi serkeftinekî mezin bi dawî dike.
Bi xwestek û moraleke mezin tevlî jiyana pîroz a gerîla dibe û bi awayek lêz xwe pêşdixe û bi kesayeta xwe ya kedkar her tim derdikeve pêş. Hevreyê me Baran ku hezkirina hevalatiyê ji kûr ve hîs dike û giredanbûnên bihêz ava dike, her keliya jiyana xwe ya şoreşger li ser xeta têkoşînê bi rê ve dibe. Hevreyê me ku bi perwerdeyên akademiyê re di xeta Rêbertiyê de kûr dibe bi vê yekê re dibe xwedî daneheveke îdeolojîk a xurt. Hevreyê me Baran bi saya meyla xwe ya li ser qada leşkerî û lêhûrbûnên xwe yên li ser taktîkên gerîlatiyê, di gerîlatiya serdama nû de dibe pispor û bi awayek lêz xwe digihîne asta fermandariyê. Hevreyê me ku li herêmên Heftanîn û Xakûrkê yekemîn pratîka xwe ya gerîlatiyê bi serkeftî pêk anî, gelek xebatên stratejîk ên ku partiya me daniyê pêş û baweriyeke bilind dixwaze, bi awayek serkeftî pêk aniye. Hevreyê me Baran ku di sala 2019’an de di encama êrîşa #artêşa Tirk# a faşîst de birîndar bû, bi vîna xwe ya bihêz a Apoyî bi awayekî lêz baş dibe û erkên xwe yên şoreşgerî bêkêmasî didomîne. Hevreyê me ku di tarza tîmên gerok a serdema nû de dibe şervanekî pispor û fermandarekî pêşeng, herî dawî erka fermandariya yekîneyê girt ser xwe, li ser şopa Egîdan meşiya û bû yek jî fermandarên mînak ên xeta serketinê. Hevreyê me Baran ku bi hevaltî û fermandariya xwe re li her derê baweriyeke mezin diafirîne û bi armanca serketina teqez nêzî her karî bû, ji roja destpêka tevlîbûnê xwe ve tarzê tevlîbûna fedaî û şer esas digre. Hevreyê me Baran ku di Pêngava Şoreşgerî ya Cenga Xabûre ya Şehîd Savaş Mereş de gelek çalakî li dar dixe û derbên giran li dagirkeran dixe, di operasyona şoreşgerî ya ku di 26’ê Mijdara 2022’an de li qada Berxwedanê ya Girê Hakkarî li dijî dagirkeran pêk hat de, di eniyên herî pêş de cihê xwe digre. Hevreyê me Baran ku ji bo operasyona şoreşgerî bi serkeftî encam bibe kedekî mezin da, bi ruhê fedaî bi ser dagirkeran re çû gelek dagirker ceza kir. Hevreyê me Baran ku birîndar bû gavek paşve neavêt, heta nefesa xwe ya dawî li ber xwe da , qehremaniyeke mezin nîşan da bû şopdarê şehîdên me û fermandarekî layiqî partiya me.”[1]