ŞÊX ŞEHABEDÎN: Kurê Şêx Nûr Mihemed e, li Hizanê di sala 1884'an de hatiye dine. Perwerdehiya xwe li cem Mele Selîmê Du- mili qedand. Tevgara Bedlîsê de gelek xebat kiriye. Dema tevger ser neket çû ku here Rûsyayê, bi kelekê ji Tetwanê çûye Erdîşê. Bû mêvanê Qazoyê File, li gundê Pêrtaxê. Em ê niha guhê xwe bidin Isa Çawûş dema ku ev bûyer ji min re got temenê wî 90 sal bû. Isa Çavuş got: Dema sex Şehabedin ha te gundê Pêrtaxé, bû mêhvané Qazoyê File. Em çûne ziyaretiya wî, ji mera got; ez ê niha li mala Qazo Axa bim, heta rê û pê vebûn, ezé herime Rûsyayê. zivirin hatin gundê xwe, paşê me bihist ku şikayeta Qazo kirine. Qaz birine Erdişê qereqolê. Dibêjne wi, Şêx Seha bedin li mala te ye, bîne teslîm bike. Lê Qazo li xwe nayê mukirê, wê demê 32 heb diranën Qazo bi kelbetan dikişinin, lé Qazo disa dibe Şêx ne li mala min e. Ew Şêxê misliman e, ez ji file me çawa té mala min. Li ser wê gotiné Qazo ber didin. Dema ku Qazo berdan, em êvarê çûne mala Qazo. Me bala xwe da Qazo, ser çavê wî werimibů, pir perîşan bûbû. Sex got, Qazo Axa tu destûra min bide ez ê herim. Lewre ev tehdaya li te kirine gelek li min gi- ran té. Qazo dibêje, Şêxê min welahî min get qetî bikin jî ez te nadime dest. Lê misliman wê te bidin dest. Şêx, daxwaziya destûrê kir. Qazo du kesê mêrê file da pêşiya Şêx sande gundê Erşatê mala Silêmanê Memê. Silêman jî ew şande Geliyê Zilan. Li gundê Sogitli. Le di nûçeyan de derbas dibû ku dewletê Şêx girtin anine Bedlisé, dûra darve kirin. Li ser darvekirina van rêberên kurd helbestek hati- ye gotin:
1914 – Şêx Şehabedîn û Seyîd Eliyê Hîzanî li Bedlîsê hatin dardekirin.
Çûm Bedlîsê geli bi geli, Çûm Xopanê gelî bi gelî, Jê derketin sê heb welî, Sex Sabedîn û Seyid Eli, Yek ji Mele Selîmê Dumili.
Navdarên Kurdan ( Kerem Serhatli)[1]