$Agahiyên Şehîd:$
Nav û paşnav: Muhemed Remo
Navê tevgerî: Muhemed
Navê dayikê: Cemîle.
Navê bav: Îso
Cih û dîroka ji dayik bûnê: Çort, 1954/12/4`an
Cih û dîroka şehadetê: #05-04-2014# Li girê Sêvê.
$Kurtejiyana şehîd:$
Ş. Muhemed Remo li gundê Çort ê girêdayî bajarê #Kobani#yê di 1954/12/4`an de, ji dayîk bûye. Muhemed di zaroketiya xwe de ji kevokên gozel hezdikir û xwedî dikir in. Ew kesekî welat parêz, hezkerê welêt û gelê xwe bû. Ji hezkirinan xwe ye welêt û girêdana wî bi axa xwe ve, timî xewna wî azadiya Kurdistanê bû.
Ji ber êrîşên dijmin ên li ser welêt û #rojavayê Kurdistanê# û bi taybet şerê Kobaniyê, şerê man û nemanê, Ş. Muhemed û hinek hevalên xwe ye din nexwestin Kobanî binale û bi şkenceya wê diêşiyan. Lewma nexwestin Kobanî ji êrîşên dijnmin biêşe û nexestin drî şer bê hevalên xwe b imînim bo vê tevlî nava qadên şer bûn. Di nava şer de wî û hevalên xwe berê xwe dan Girê Sêvê ya girêdayî bajarê Kobaniyê. Lê Şehîd Muhemedê Leheng beriya ku bi hevalên xwe re biçe nava qadên şer li ser (nimêjê) sekinî û got: Ye Xwedê, ez herim û li wir şehîd bikevim. Lê mixabin Xwedê bi gotina wî kir, dema gihişte girê Sêvê ji nişkave û di şeveke reş û tarî de. Dewletê Îslamî (#DAIŞ#) êrîşî wan kirin. Şehîd Muhemed û hemî hevalên xwe bi xwîna xwe sor ala Kurdistanê hildidin û şehîd dikevin. Paşê termê wan ê ku bêzar û bê giyan mayî, bin ax kirin. Piştî şerê Kobaniyê û rizgariya inbicê, hevalan laşên şehîdên rûmetê, #şehîdên Kurdistanê# li goristana Ş. Dijle dispêrin axê.
Em hemû deyîndarên Kurdistanê ne û xwîna me fedayî wê ye.[1]