Henek ji bo wan gotin û kirinên ko xelk pê dikenin û keyfa xwe pê vedikin tê gotin. Hemwateyên din yên vê peyvê hene: Yarî, tevz, galte, tirane, kuşetî. Carînan jî bi mercê ko digel peyva “henek”ê were gotin “laqirdî” jî di vê mijarê de tê bikaranîn. Mînak: “Bû vêra dîsa bû demê henek û laqirdiyan.”
Dema berê li #Cizîra Botan#, heta mirov dikare bibêje ko li devera Botan hemûyê gelik henek dihatin kirin, henekên cur be cur. Ji ber ko karê xelkê zêde nebû, lewma dema xwe ya zêde didan henekan. Henekên dihatin kirin jî li gor qalîteya wê û li gorî heyecana ko dixiste nav civakê bi rojan, bi mehan heta bi salan di nav xelkê de dihatin vegotin û henekxwaz di der de dikeniyan. Car dibû ko henek bibûna sedema zirara can û malî jî. Lê piştî ko haya yê henekzede jê çêbû ko ew henek e, êdî her tişt diqediya. Dilman, ecizbûn şerm bû.
Bes ev jî heye, hejmara wan hindik jî bin kesên ko ji henekan heznedikirin jî hebûn. Yan jî jê hez dikirin, lê nedixwestin ew henek li wan were kirin, bi gotineke din nedixwestin ew bibin henekzede. Ji ber wê çendê henekerî dema xwe amade dikir ko henekekê bike, henekzede baş tesbît dikir.
Ez ê niho henekeka tenê ya ko beriya dehan salan li navenda Cizîrê çêbûyî bi we re parve bikim:
Yekî ko ji henekan hez dikir rojekê ji bo henekeke gelik mezin biryarê dide. Di serê wî henekeke welê heye eger ew henek li mirovên dema me hatiba kirin, dibû xwîn birijaya.
Henekerê me diçe sûkê du paleyan digre û paşê jî navnîşana mala yekî dide wan û li wan tembîh dike:
— Herin wê navnîşanê, ew mala min e. Ez ê xaniyê xwe li erdê bidim. (*) Hema herin serbanê wê û xanî xira bikin.
Paleyên reben çi bizanin ew henek e û ew mala ko navnîşanê wê dayî wan ew ne mala wî ye, mala yekî dî ye. Hema dikevin ser rê û tên wê malê û destê xwe li derî didin. Dema derî ji wan re tê vekirin bêyî destûr hema diçin serê bên û rep û hey rep pê bêrikan dest bi xirakirinê dikin. Pîreka mâlê dema vê rewşê dibîne gelik ecêmayî dimîne, li wan dike qîr:
— Xêr e, hûn çi dixwazin ji serbanê me? Hûn çima serbanê me xira dikin?
Pale:
— Ma ev ne mala filan kesî ye?
— Belê, mala wî ye.
— Ê, ne ewî rojaneya me daye me û gotiye herin vê navnîşanê û xaniyê min xira bikin. Xaltîkê ma qey em ji ber xwe hatine?
Jinika reben mecbûr dibe xiraxirina mala xwe erê dike:
— Ê nexwe baş e, madem wî gotiye, ew dizane. Wele behsa xirakirina xênî di mala me de nehatiye kirin, lê ez çi bikim, qey malxwê malê nûka biryarek daye.
Pale karê xwe yê xirakirinê didomînin heta nîvro. Dema bû nîvro xwediyê malê yê rastîn ji boyî taştê tê malê. Dema dibîne vaye pale li ser banê xaniyê wî ne û xênî xira dikin, aqil di serî wî de namîne:
— Kuro! Hûn çi dikin?
— Em xênî xira dikin, xweyê xênî rojaneya me da ye me û em şandine vir.
— Xwediyê xênî ez im, ka kê hûn şandine, bibêjin?
Paleyan dema ev gotin bihîztin karê xwe rawestandin, daketin û jêr û yê ko ew şandine jê re tarîf kirin. Ji tarîfa wan xwediyê malê zanî kê ew şandine û ew henekek e. Ji xwe pale bi şûn de rêkirin û ji kesî re tiştek negot. Lê di dilê xwe de soz da ko ew ji wî re nemîne. Paşê diçe ber dikana wî. Dema çavê yê pale şiyandin li xweyê xênî dikeve xwe ji kena xira dike û holê dibêjiyê:
— He he he he!!! Wele henek bû.
Dema berê li navenda Cizîrê dema yek dimir kursî datînan ber deriyê wî û xelk li ser de dirûniştin. Heçî di wir de derbas bibûya ji wan kursiyan xeberê wî çêdibû ko di wê malê de yek miriye û ew jî li ser kursî rûdiniştin, Quran dixwendin û li benda rakirina cenazeyî diman.
Ev zilamê me yê ko xaniyê wî hatî xirakirin, rojekê hê gelik zû hinek kursî bi xwe re tîne û tê ber deriyê wî yê ko xaniyê wî dabû xirakirin. Kursiyan li ber derî dide rêz kirin û ew jî li ser kursiyekî rûdine û cizûkeke Qur’an dixe destê xwe û dixwîne. Haya xweyê malê jî nîne ka li ber deriyê wî çi diqewime. Heçî kesê tê li wan disekine û ji ya wan ve mirî heye. Qerebalix zêde dibe. Dema jina xweyê malê ji xew şiyar dibe, heylo! Hema bi lez mêrê xwe ji xew şiyar dike û bi hev ra diçin ber pencerê. Dema xweyê malê di nav yên li ber derî rûniştîn de havalê xwe yê ko wî henek lê kirî dibîne, lingî wî digihê avê. Ango dizane ko ev henekek e ko ji aliyê wî ve hatî kirin.
Hema dest diavêje menqela ko tejî xweliyê bû û dibêje jina xwe da ko ew jî cereke av hilgire û bi hev ra diçin serê bên.
Xwediyê malê menqela xweliyê li ser bên tîne raserê wî zelamê xwediyê heneka berê û bi yek carê di serê wî de dike û jina wî jî pê re pê re cerê avê di ser de dirijîne.
Zilamê ko marûzî xweliyê û avê bûyî dema serê xwe radike jor û li xwediyê malê dinêre, bersiveke holê dibihîze:
— De got ez mirî me ne! Eve mirî holê çêdikin!.
(*) “Li erdêdana xênî” Dema yek xaniyê xwe xira bike lêbelê ew xirakirin ji bo ko ji nû ve ava bike be ev biwêj tê gotin.[1]