$Navnîşana Dîwanê:$
Ev dîwana helbestê ya bi navê ''Di navbera Şev û berbangê De'' ya ku ji aliyê helbestvan û nivîskara Kurd Cîhan Hesen ve hatiye derçûn, di sala 2018'an de ji aliyê Hevgirtina Rewşenbîrên Rojavayê Kurdistanê Hrrk'ê ve tê çapkirin weşandin. Her wiha ji aliyê hevgirtinê ve bi şahiyekê tê îmezkirin.
Tablo: Şêwekar Zuhêr Hesîb
Berg: Mashallah Muhammadî
Redekte: Ibrahîm Xelîl
$Kurteya Dîwanê:$
#Cîhan hesen# di vê dîwana xwe de ya helbestê de ji me re qala du waran dike, du warê u jê binemayên helbesta xwe ava kiriye û teşe girtiye, hingê gava ku mirov li sernava pirtûkê binêre ew ê bibîne tekstên helbestên di navbera şev û berbangê de ye, ango hem aliyekî ronîdar û hem jî aliyekî tarîdar di temaya helbestê de xûya dibe.
Ev yek jî yek jî vedigere serboriya nivîsandinê ku bêguman tecrubeyên jiyanî, şer, koçberî, evîn û hezkirina bi hev re bandorê li ser binhişên nivîskar dikin.
$Aliyê Şevê:$
Weku şev di helbesta kurdî de sembola evîn, hezkirin û jana eşqê dide, bêguman di nava helbestên cîhan Hesen werg xûya dibe, lê tişta balkêş ew e ku piştî hestên evîndariyê war û bajarekî tekstên helbestên xwe bi awayekî din vediguherin, ango vediguherin êşeke xedar û xapînok. Mirov dikare bêje ku di nava helbestê piştî kenekî giriyê mirovekî tê. Hingê wê xwe spartiye konsepta diyalektîkê, her ronahî bi tariya xwe re heye.
$Aliyê Berbangê:$
Normal e, ku di hemû waran berbang sembola ronahî û biriqandineke nû were dîtin. Lê di vê dîwanê de ev yek berûvajî hatiye dîtin, çiku helbestên di nava vî beşî dexwe dispêrin êş û janeke xedar û xapnok. Cîhan hesen piştî ku xwînerên xwe li semageriya hestên şevên de digere, û dixe nava xilmaşbûna hestên evîndariya şevê, êdî berbang bi êşeke xedar dest pê dike. Ev beş ji me re qala komkojiyekê dike, ku tê de xwîşk, bav, dê û hatine kuştin, mabat hatine wêrankirin, hestên diyekê, hestên birayekî an xwîşkekê bi jandarî xwe didin der.
Gava mirov serboriya Cîhan Hesen jî bixwîne em ê bibînin ku ew berbangê komkujiya 25'ê hezîrana sala 2015'an a ku bi ser bajarê #Kobanî# de pêk hatiye xwe dide der.
Bo nimûne em helbesteke Cîhan hesen ji dawnê li vir binivîsin:
Ez bi sanciyên malzaroka dayîka xwe
Bi êşê hatim dunyayê
Di nava êşên jiyanê de êşiyam
Û bi êşên evînê re seqet bûm
Îcar jî, bi ximava pênûsa êşê
Êdî, ez ê di nesaxiyên helbestên de xwe biêşînim.
[1]