$Helbestvan, çîroknivîs û wênesaz Mahîn Şêxanî$
Di sala 1960î de, li bajarê Dirbêsiyê, li Rojavayê Kurdistanê jidayek bû. Sala duyem yasa li Zankoya Erebî li Beyrûtê xwendiye. Wî karê hunerî ji bo xwendina xweser xwendiye. Di kursa perwerdehiyê de, tevlî peymangeha ''Adham Îsmaîl'' bûye. Li dibistanên Dirbêsiyê şeş salan ji bo waneya hunerê mamostetî kiriye. Çend pêşangehên kesayetî û hevbeş li Dirbêsiyê û Qamişlo lidarxistine.
Pêşangehên herî girîng ên ku beşdar bûye ev in:
-Pêşangeha hevbeş bi hunermendê plastîk Arşevîn Mîkael re li Dirbêsiyê 1992.
- Pêşangeha Hunera Kurdî - Du salan li bajarê Qamişlo di sala 1997 û 1998 de.
-Pêşangeha kesayetî / Birûskên Hêviyê / li navenda Zulal li Dirbêsiyê 2/11/2012
-Pêşangeha Komî / Hevdîtina Nifşan / Li Navenda Çand û Hunera Kurdî ya Zulal li gel komek hunermendên 3 nifşan li bajarê Dirbêsiyê
-Û paşê gelek pêşangehên komê li Diyarbekir, Qamişlo, Hesekê, Amûdê û Dirbêsiyê lidarxistin.
Wî di gelek rojname û kovaran de nivîsandiye, ji wan El-Kifah El-Erebî, Şoreşa Sûriyê û kovarên kurdî.
Mahîn Şêxanî helbestvan, çîroknêvîs û wênevan e. Helbest bi zimanê kurdî û kurtçîrok bi zimanê Erebî nivîsandine.
Ji sala 1984 dest bi helbestê û bi çîroka Erebî kir, lê mixabin pir dereng ma , ku di sala 2014an de berhevoka çîrokan bi navê ''Li qiraxa Xabûr'' li çapxana ''Dar EL Temmuz'' derket û hat belav kirin. Di navbera her du bergan de 15 kurteçîrok hene, çar jê ku ji aliyê helbestvan û nivîskarê navdar Reşîd Mekram Talebanî ve hatiye wergerandin bi kurdî - soranî.
-Di sala 2019an de, dîwana helbestan, bi navê 'Evrodît' bi zimanê kurdî derket.
- Berhevoka amade ya kurteçîrokan a bi navê “Bêhn” û dîwaneke helbestan a bi navê “Ez Ne Xwedî Lê Dil im” heye, bi zimanê Erebî. Di festîvalên helbestan, şevbuhêrk û malperan de jî beşdariyên wî ên çandî hene. Di kovara ''Gulan- Erebî'' û rojnameya 'Xebat- Erebî' de, ku bi zimanê Erebî derdiket gelek çîrok weşandin.. û di kovara Kîfah El-Erebî ''Lubnanî'' û Şoreşa Çandî ''Sûrî'' de jî nivîsandin û çîrok belevkirin.
* Berê endamê desteya rêveber a Yekîtiya Nivîskarên Kurd - Sûriyê bû.
* Endama Komeleya Hunermendên Bedew a Amûdê ye.
BERHEMÊN Wî:
-Li qiraxa Xabûrê, berhevoka kurteçîrokan... Xanî Tîrmeh 2014..
- Evrodît ... berhevoka helbestan 2019
Bi zimanê Erebî (3) pirtûk (destnivîs)hene:
1- Bihn
2- (ji pêvî vî dilî li bamin nîne (helbest).
3- Danhev û pêşkêşkirin, li ser hunermend Yilmaz gunê.
[1]