$Nivîskar û dîroknasê kurd Biradostê Mîtanî$
(Evdilhekîmê Mela Emer)
Mamoste Biradost Mîtanî, niha li bajarê Girkêlegê yê dikeve herêma Dêrka Hemko, li Rojavayê Kurdistanê dijî. Di sala 1960î de, li gundê Xirbêcihiwa yê ku dikeve bakurî Çilaxa yê bi navçeya Dêrka Hemko ve girêdayîye, li Cizîrê, jidayîk bûye. Dibistana seretayî li gundê xwe qedandiye û ya navîn li dibistanên bajarê Rimêlanê bi dawî kiriye, û bawernameya dibistana bekeloriya pêşesazî (Mîknisyanî) li bajarê Hesekê bi dawî kiriye. Li Dêra zorê jî, ji paymangeha pêşesazî, beşê miknisyanî derçû ye.
Bawernameya Amedayî (bekeloriya wêjeyî) bi şêweyê azad (hur) bi dest xist û piştre xwe li zanîngeha Şamê tomar kiriye. ji ber hezkirina wî ji zanist û dîroka miletê wî yê Kurd re, vî tiştî hiştiye ku beşê dîrokê di kulêja wêjeyî li zanîngeha Şamê bixwîne. Piştî derçûna wî ji zanîngehê karê wekîl mamoste li hin gundan kiriye, û bi rengekî fermî li Rimêlan dest bi mamostetiyê kiriye, ji berya (27) salan ve û ta roja îro bê rawestandin di nav xebatên perwerdê de ye, tevlî ku hukûmeta Be’is ew di sala 2013de, ji erkê wî yê mamostetiyê dûrxistiye, ew jî ji ber rol û çalakiyên wî yên rewşenbîrî û perwerdehî di layê zimên de û nexasim dema ku karî bû dîroka Kurdî ya rast û ya miletên din yên li herêmê dijîn jî derêxe wê holê, nemaze dikarî bû wan xwehrî û çewtiyên li ser dîroka me Kurdan bi belgeyan û bi zanebûn rake. Ew bi gelek çalakiyan çi di warê guftûgoyan de, çi di warê vejîn û zindîkirina helkeftinan, û diyarkirin û eşkerekirina dîroka kurdî de, û di hemû warî de jî bêhawe xwe westandiye û mijûlkiriye.
Bi sedan gotar û lêkolînên wî yên dirokî hene, ji bilî sîmînarên ku li piraniya bajarên herema Cizîrê dane, nexasim wek endamê komîta perwerdê ya Ekadimiya civaka demuqrat, û civaka milî û rewşenbîrî bi wan xemilandine
Mamoste Biradost Mîtanî rehên wî yên kûr û dûr, di warê welatparêziyê de têne dîtin, ji dema faşistên Be'siyan de mala wî bi dergehekî fereh û bi rengekî razyarî û veşartî ji hemû çalakiyên welatparêziyê re vekirî bû, û roleke wî di warê belavkirina têgih û hestên neteweya Kurd û rewşenbîrî û zimanê Kurdî de pir mezin heye, ji ber wilo jî mîna me gotibû, ji erkê mamostetiyê hatibû derxistin û mûçên wî hatibûn birîn.
Mamoste bi hezaran ciwan li ser zimanê Kurdî ji asteyên 1-2-3 perwede kirine û di warê dersdana dibistanên herêma Girkêlegê de bûbû Rêpêşan û piştre şêwermend û piştre endamê KRD û endamê komîta Wêjeya Zimanê Kurdî ye di S.Z.K de. û ew xwediyê vê kedê ye jî:
-Avakirina Dîdargeha(multeqa) GirkêLegê ya rewşenbîrî
-Rola wî di avakirina Saziya zimanê Kurdî (SZK) di destpêka Şoreşê de.
-Rola wî di avakirina Saziya (Nûrî Dêrsimî) li Rimêlanê de
-Rola wî di avakirina Yekîtiya Mamosteyên Girkê legê û Rimêlanê de.
-Rola wî di avakirina yekîtiya Mamosteyê Herêma Girkêlegê de û hevserokatiya wê û piştre hevserokatiya yekîtiya mamosteyên Kantona Cizîrê re 2014z.
-Endamê Yekîtiya Nivîskarê Kurd li Sûriyêye.
-Rola wî di avakirina Yekîtiya Rewşenbîrên Herêma Cizîrê de û hevserokatiya wî ji şaxê wê yê nivîsgeha Girkê legê re.
Têbînî: Ji wan saziya niha tenê ew endamê Desteya Rêvebir a Yekîtiya Rewşenbîrên herêma Cizîrê ye.
-Wek nivîskar û lêkolînvan bihtirî (40) destnivîsên wî hene ji wan (5) pirtûk çap bûne. Ew jî ev in:
-Pirtûkek rêzmana Kurdî bi navnîşana (Gurzek Gul Ji Baxê Zimanê Kurdî).
- Pertûkek bi zimanê erebî bi navê:
-Dergihek bo dîroka kurdî ya kevnar, kurdistan ji serdemên kevirî yên kevnar ta
hatina misilmantiyê.
-Pirtûkek bi Kurdî bi navê: Kurtedîroka gelên Rojhilata navîn û têkilyên wan bi hev re.
- Pirtûkek bi erebî, bi navê elberzex In Marîfe Kurdiye
-Pirtûkek bi kurdî, bi navê Bergihek ji Zanista Kurdî.
- ji destnivîsên wî yên bi zimanê erebî, yên neçapkirî (10) berhem hene, dibin zincîrek bi sernavê Ehdas Min Ehwal Kurd û Kurdistan
-Ji destnivîsên wî yên bi zimanê kurdî û neçapkirî (26) berhem hene bi sernavê bûyerin ji rewşa kurd û kurdistanê.
[1]