Newaf Mîro
Azadiya raman û Îsmaîl Beşîkçî
Van rojana gengeşeya li ser nêrîn û dîtinên Civaknasê Navdar Îsmaîl Beşîkçî dibin. Helbet divê bê gotin; mamoste Îsmaîl Beşîkçî, bi sala lêkolîn û têzên peyitandina hebûna Kurd û Kurdistanê, di zanîngeh û her qadên rewşenbîrî de li Tirkiyê kiriye. Bi dehan pirtûkên wî hene, û bi hezaran gotarên wî hene. Ew ketiye bin gefê, ji kar hatiye dûrxistin, 17. Sal û 2 heyva avêtine girtîgehê.
Helbet ew nayê wê wateyê, ku ew di her tiştî re, û nabe li ser nêrînên bê axaftin.
Li ser têzên wî Kurdên nêzîkî PKKê û yên ne nêzîkî PKKê ketine qirika hev û wî jî. Pirtûka wî, ya Koloniya navneteweyî Kurdistan, belkî pirtûka herî zêde ji aliyê dezgehên nêzîkî PKKê be hatiye firotin e. Di dema doza PKK'ê, ya Düsseldorf ji paraznamê bêhtir li ser wê pirtûka wî hate axaftin. Di rojnameya Serxwebûn de, herî zêde nêrînên wî, yê li ser çep, rast, û rewşenbîriya Tirka dihate nivîsîn û axaftin. Ew di wê nêrînê de bû, ku Kurdistan ne kolonî bû hêj. Ew wê demê jî û niha jî, bi hizra Kurdistaneke serbixwe re ye. PKKê hizra xwe ji bo Serxwebûnê guhert, lê ew ma.
Bi demê re, gelek tişt hatine guhertin û ew rewşa berê jî hate guhertin. Kurd li hin parçeyan bûn nîv desthelatdar û serkar. Lê ew hizra ku partî û hêzên Kurd, ya ku xwe di ser her alî û tiştî re dibînin û dikin qurban nehate guhertin.
Helbet ne ew, ne rêkxistin û kesên din jî, nabe bibin totem û tabû, kê çi berdel dabin bila dabin, mala wan ava. Lê ew berdel û kes, nabe bibe hêmana parastinê ji bo mafê yek alî û hêzê. Mafê hizr û ramana azad, bi qasî mafê parastina welatekî girînge. Dibe em ne bi her nêrînê re bin, lê ew nêrîn bête astengkirin û bibe cihê gefê û kevrkirinê, xetere ji bo hemû nêrînên din jî.
Yê herî sosret û seyr, ew e, li vir derbirîn û hizra azad e.
Civaka nêrîn, pêşniyar û daxwazên xwe eşkere neke, wê çawa bi pêşve biçe?
Çima kurd, Kurd û Kurdistan, dikeve bin gefê dengê xwe dernaxin, lê gava qala partiyekê dibe, radibin êrîşa?
Ma mafê miletekî û siberoja wî girînge, yan ya partî û kesa girînge?
Çima kurd tenê mijarên alî û partiyan gengeşe dikin, ne mafê giştî?
Ma ji bilî partiyên siyasî, tu pirsgirêkê din tunene?
Ma partî û hêzên leşkerî ne bi xwe astengin û pirsgirêkên?
Çima hêzên Leşkerî hê yên partî û aliya ne, û ne yê niştimanî ne?
Hêza garantor ya ji bo mayîndekirine destkeftiyan çima nine?
Çima ne kirdar, lê gotyar dikeve bin gefê û lêpirsînê?
Çima rewşenbîriya Kurd, rewşensabûna partiya ye?
Rewşenbîriya Kurd, çiqasî bûye mêzîn û tevna civakê?
Çima ne civakî ne, ji civakê bêhtir siyasî ne?
Aliyê rewşenbîra çima ne hizra wane, hizra siyasî ye?
Ma hêz û çekê rewşenbîr hene ku êrîş bike, yan welatekî ji bo dagerker û dijminê wî miletî bihêle?
Ya herî kambax ku em di çarçoveyên siyaseta pîroz de her tiştî dibînin û dinirxînin. Lê tu tiştek ji nirxên me yên dîrokî û siberoja zarokên me ne pîroztire.
Bi hêviya ev pirsa aliyên peywendîdar ji xwe bikin.
[1]