#Wêjeya Kurdî#, wekî hemû wêjeyên Cîhanê bi derketin û pêşketina mirovahiyê re derketiye holê. Wêjeya Kurdî ya ku li ser çanda Neolotîk hatî avakirin, xwediyê gelek dewlemendiyan e. Ev wêjeya dewlemend beriya derketina Awestayê bi hezarên salan hebûna xwe bi awayekî devokî daye domandin.
Pîraniya berhemên wêjeyî yên wê demê, bi awayê hûnandî bûn. Bi derketina Awestayê re ev wêje bûye çavkaniya wêjeyên Rojhilata Navîn ya nivîskî, yanî Awestaya ku bi zimanê Medî hatî nivîsandin, bûye mînak ji gelên Rojhilata Navîn re.
Her çi qas wêjeya Kurdî nebûye wêjeya deshilatdariyê, lê ji ber dewlemendiya xwe bandorek mezin ya erênî di Rojhilata Navîn û Cîhanê de pêkaniye. Bi taybet piştî hatina Îskenderê Mekedonî û êrişa wî ya li ser nivîsînên wêjeyî yên Kurdî; wêjeya Kurdî birînên mezin girtine.
Ew wêjeya ku di leza xwe ya pêşketinê de bû, piştî wê demê bes kariye hebûna xwe bi awayek devokî biparêze. Vê rewşa parastinê, heya hatina Îslamê domandiye.
Piştî hatina Îslamê û Kurd bûn Musliman, wêjeya Îslamî ya ku bingehê wê Erebî ye; herikiye nava wêjeya Kurdî. Ji ber ku wêjeya Kurdî pir kevnar û dewlemend bû; di gelek cihan de wêjeya Ereban û netewên din jî jê bandor dibe. Heya roja me ya îro jî gelek peyvên wêjeya me di nava ziman û wêjeya derdor û Cîhanê de tên dîtin.
Bi hatina Îslamê re her çiqas wêjeya me jê bandor bûbe jî gelek wêjevanên me yên ku fêrî nivîsînên Erebî bûyîn gelek berhemên giranbiha bi tîpên Erebî, lê bi zimanê Kurdî nivîsîne. Yanî bi vî awayî wêjeya Kurdî dikeve qonaxek nû. Ew rewş heya avakirina Komara Tirkiye berdewam dike. Her çiqas Komara Tirk gelek êrişên hovane birin li ser wêjeya Kurdî jî lê ji ber dewlemendiya wêjeya Kurdî û bibiryarbûna wêjevanên wê, nekariye li pêşiya pêşketina wê bibe asteng. Li gel hemû astengiyan hebûna xwe hem devokî hem nivîskî parastiye.
[1]