ِ$Agahiyên şehîd:$
Nasnav: Rênas #Amed#
Nav paşnav: Huseyîn Seçkîn
Cihê jidayikbûnê: Amed
Dayik-Bav: Salîha-Hasan
Dem û cihê şehadetê: 10'ê Kanûna 2022 / Metîna
$Kurtejiyana şehîd:$
Hevrêyê me Rênas li Amedê li nava malbateke welatparêz ji dayik bû ku di nava Têkoşîna Azadiyê ya #Kurdistan#ê de berdêl da. Kekê wî (Elîşêr - Rojhat Seçkîn) û gelek ji xizmên wî şehîd bûn. Ji ber vê taybetmendiya malbatê, hevrêyê me Rênas hîn di biçûkanî de partiya me PKK nas kir. Êrîşên dijmin ên li djiî gelê me û siyaseta qirkirinê ji nêz ve dît, ev êrîş û polîtîkayên qirkirinê li wî jî hatin kirin. Her wiha tecrîdkirina Rêberê me û sîstema zordar ti carî qebûl nekir, baweriya xwe bi wê yekê anî ku divê teqez têbikoşe. Bi hêrsa li dijî dijmin weke ciwanekî Kurd bi berpirsyariya ji bo gelê xwe tevlî nava karên ciwanan bû. Bi karê xwe yê serketî bû mînak ji #ciwanên Kurdistanê# re. Hevrêyê me Rênas têkoşîna xwe ti carî têrker nedît, her tim kete nava lêgerîna wê yekê ku têkoşînê mezin bike. Têgihişt ku tenê bi mezinkirina têkoşînê dikare xwedî li xeta fedaîtiyê ya hevrêyê me yê şehîd û Rêbertî derkeve. Baweriya xwe pê anî ku ev yek jî bi tevlîbûna li nava refên gerîla dibe û sala 2013'an beşdarî nava refên gerîla bû.
Hevrêyê me Rênas perwerdeya şervanên nû li Metînayê wergirt, zû hînî jiyana gerîla û li çiyê bû. Ji xwe re kir armanca sereke ku ji aliyê leşkerî ve xwe bi pêş ve bibe, li ser vê bingehê li Dibistana Operasyonê ya Şehîd Mehmet Goyî tevlî perwerdeya operasyona giştî bû. Di vê pêvajoya perwerdeyê de bi saya tevlîbûna xwe ya bi daxwaz, di taktîkên şer ên gerîal de xwe bi pêş ve bir. Sala 2014'an pitşî ku çeteyên DAÎŞ'ê êrîş birin ser gelê me, ji bo tevlî têkoşîna gelê me bibe, li dijî DAÎŞ'ê şer kir. Hevrêyê me Rênas beşdarî gelek pêngavan bû û weke milîtanekî Apoyî bi rola pêşengiyê rabû. Di vê pêvajoya şer de bi taybetî bi pisporiya sabotajê pêşî li gelek êrîşên çeteyan girt, gelê me ji gelek êrîşên çeteyan parast. Hevrêyê me Rênas ku di tevlîbûnê de rêbazeke fedaî danî ber xwe, tevî ku carekê birîndar bû jî di têkoşînê de tawîz neda. Pitşî ku di têkoşîna dijî çeteyan de serketin bi dest xist, bi dilrehetiya bicihanîna wezîfeya xwe careke din berê xwe da çiyayên Kurdistanê. Hevrêyê me Rênas xwest ku di felsefeya Rêber Apo de xwe kûr bike, bike milîtanekî pêşeng û li ser vê bingehê li Akademiya Mahsûm Korkmaz tevlî pêvajoya perwerdeyê bû. Di pêvajoya perwerdeyê de ji bo rastiya Partiyê û Rêbertî fêhm bike gelekî hewl da. Ji xwe re kir bingeh ku meşa têkoşînê di çarçoveya pîvanên partiyê de pêk bîne û di têkoşînê de li ser vî esasî meşiya. Her wiha weke milîtanekî tevlî pêvajoya dîrokî bû û xwest bi xurtî bibe bersiv. Hevrêyê me Rênas li ser hevrêtiya kêm a bû sedema dîlgirtina Rêberê me kûr bû, di jiyana xwe de hewl da vê kêmasiyê ji holê rake û bibe hevrêyekî rast ê hevrêyan û Rêbertî. Têgihişt ku ev yek jî tenê bi tevlîbûneke xurt û sivikkirina barê hevrêyên xwe dikare bê pêkanîn. Li ser vê bingehê piştî ku li qadên Garê û Heftanînê gerîlatî kir, bi israr xwest derbasî qada Metînayê bibe ku şer lê giran bû.
Weke fermandarê yekîneyê li herêma Metînayê tevlî gelek çalakiyan bû. Di van çalakiyan de bi serketina xwe li nava hevrêyên xwe bû cihê baweriyê. Bi vî rengî bû yek ji fermandarên pêşeng ên Pêngava Şehîd Savaş Maraş a Cenga Xabûrê. Tevlîbûna xwe ya li xeta fedaîtiyê herî dawî di dema êrîşa dijmin a li ser Tepê Ortê de dewam kir û bi wêrekiyeke mezin bi ser dijmin ve meşiya. Ti carî teredût nekir û bi sekna xwe ya bi biryar a di têkoşînê de bû mînak û çavkaniya hêzê ji hevrêyên xwe re. Li Tepê Ortê di êrîşa dijmin de şehîd bû û tevlî nava karwanê nemiran bû.[1]