Nivîskar û helbestvan Mehfûzê Mele Silêman
Mehfûzê Mele Silêman, bi navê Mehfûzê Reşîd tê naskirin. Di sala 1962an de, li Riçabiya ku li başûrê bajarê Qamişlo dikeve, ji dayik bûye. Xwendina xwe ya seretayî, amadeyî û lîseyê li dibistanên Qamişlo biserî kir.
Di sala 1986an de, li zanîngeha Helebê Bekaloryos di Endazyariya Mîkanîk de bidest xist.
Ji piçûkaniya xwe de guh dida nivîsandin û xwendinê. Bi herdû zimanan zimanê Kurdî û zimanê Erebî pir gotar, xweşxewan, helbest, çîrok û şano nivîsîne. Berhemên xwe di pir kovar, rojname, belavok û malperan de weşandine. Guhdaneke mezin daye zargotina kurdan; pend, mamik, serpêhatî, çîrok, çirçîrok û gelek kevnetorê kurdan berhevkirine û ji windabûnê parastine. Lê mixabin, ji berhemên wî tenê du pirtûk hatine çapkirin, ew jî ev in:
- Ya yekem bi navê 4000 pendên kurdî, sala 1993an, ji weşanên ASO.
- Ya duyem helbest in, bi navê Rista min sala 2013an, ji çapkirina pirtûkxana El-Rawî li Qamişlo.
Çend pirtûkên wî yên neçapkirî hene, dido ji wan ferheng in: (Kurdî - Erebî û Erebî Kurdî), ji sala 2003an ve amadene ji bo çapkirinê.[1]