$Nivîskar û helbestvan Melevan Resûl$
Nav û paşnav û cihê xwedêdanê: Melevan Resûl, li gundekî pala xwe daye çiyayê Misûsana yan çiyayê Qereçoxê girêdayî herema Dêrika Hemko, di sala 1960î de, li gundê Hemze Begê, çavê xwe li gerdûnê vekir. Bihna gundîtiyê difna wî tije kir û bi firşikê parzûnkirî ji doşava peyva bijartî, wî ji pêsîra diya xwe vexwar.
Heskirina wî pêşî ji xwezaya herema wî re hebû, ciwaniya peyva kurdî di çîrok û çîvanokên kevneşopiya kurdî ji devê diya xwe û xweha xwe ya mezin bihîstin. Bi wan pûnijîm, roj bi roj heskirina ziman û çanda devokî di dilê wî de mezin bû û bûye aşiqê zimanê xwe. Piştî wî xwendina xwe ya seretayî û navîn û amedeyî qedand, û xwendina xwe ya falkotê li bajarên corbecor yên dewleta Sûrî derbas kir, di wan qûnaxan de ew tevlî xebatên ramyarî û konevanî jî bû, herdem pûtedana wî ji bo wêjeya kurdî re li pêş bû. Bi qasî 34 salan wekî mamoste xebitîm.
Xebata wêjevanî: Pêşî di salên 1980ê de, dest bi nivîsandina helbestê kir, naskirina wî ji gelek helbestvanên wekî seydayî Cegerxwîn û Seydayê Tîrêj re hebû. Berê xwe da helbesta kilasîk û roj bi roj hînî terazûya helbesta kêşesaz bû, lê helbestê ew têr nekir, ji lewra wî berê xwe da nivîsandina gotar, pexşan, şano û vekolînên wêjeya kurdî. Piraniya nivîsandinên wî bi zimanê kurdî ne û beşek bi zimanê Erebî jî hene. Di dezgehên ragihandin û wêjevaniyê de xebatek berferh şopandiye:
- Avakirina yekîtiyên nivîskar û hunerî di roj ava de (Tevna Çand û Huner, Koma Edebiyata Kurdî li Sûriye, Komeleya Ehmedê Xanî Yekîtiya Rewşenbîrên Herema Cizîrê, Kordinasyona Rewşenbîrên Bakur- Rojhilatî Sûriye) her wisa jî di avakirina komên hunerî de mîna koma Cûdî, komên Cizîrê, di salên corbecor de avakirin e.
- Sazî û dezgehên ragihandinê (radyo û TV).
- Xebatên çapemeniya kurdî, di piraniya kovar û rojnameyan de nivîs belav kirine: (Sorgul, Rojda, Ronahî, Hevend, Sêwan, Şermola, Destar , المثقف, الشرق الأوسطû ... her weha belav kirin û weşandina berheman di riya enternet û malperên kurdî û erebî de, ew bû xwedan şensek.
Babet û berhemên wî:
Heta niha bi qasî 7 dîwanên helbestî (Kevneşop û nûjen) bi zimanê kurdî nivîsandin e.
- Bi qasî 65 şano û skêçan li ser ( 3 celeban) li ber çapê ne.
- Lêkolîn bi zimanê kurdî û erebî (pêlawazên helbesta kurdî ya kevneşop).
- Pirtûkek xwerû bi zimanê Erebî (في زحمة الكلوان والبلوط) li ber çapê ye.
- Çîrok ( 2 celeb) li ber çapê ne.
- Bêtir ji 300 gotaran bi zimanê kurdî û erebî.( piranî hatine weşandin).
- Bi qasî 285 xelekên rojnamegeriyê, ji çavpêkeftin û dîdarvaniyê bi nivîskar û ronakbîrên kurd re.
- Lêkolîn û ravekirina navdar û mîrnişînên kurd. (13 ) vekolînên berfereh wekî belgefilm hatine weşandin.
- Vekolînên ramyarî bi zimanê Erebî (3 celeb).
- Sererastkirin, wergerandin û vekolîn ji berhemên gelek nivîskarên kurd re.
- كتاب عن الشهيد بولات هركول في الذاكرة
Berhemên çapkirî:
- 3 dîwanên helbestî ( ARAM, ARÎN û ÇIRÎSK).
- Cihê hêvî û daxwazan ( ŞANO)
- Qevdek şano û skêç
- Kezî (şano û skêtç)
- Pêlawazên helbesta kurdî ( lêkolîn)
- Reş wê werin ser sorgulan ( çîrok).
- Gotar û nivîsên ronakbîrî (1 celeb) kurdî.
- Gotar û nivîsên ronakbîrî (2 celeb) kurdî.
- Gotar û nivîsên ronakbîrî (3 celeb) kurdî.
- مقالات فكرية وادبية . محاضرات وبحوث فكرية وادبية –
- Simînarên torevanî (lêkolîn û şirovekerin) bi dirêjahiya salan li navend û holên ronakbêriyê pêşkêş kirine. Gelek berhemên wî, bi zimanê Erebî û Kurdî hîna reşnivîs in û ji ber kêmderfetiyê nehatine çap kirin.
Destxweşî û xelat: Cihê xwe di piraniya ahing û fistîvalên hunerî û wêjeyî de girtiye. Her weha hejmarek xelatên wêjevaniyê wergirtin e, wekî: Xelata Balîxan a entelogiya helbesta Kurdî, Xelata Mehrecana 14an a Helbesta kurdî li Sûriye, Xelata Navenda Zimanê Kurdî, Xelata Saziya Zimanê Kurdî, Xelata Saziya Hînkirin û Perwerdeya Zimanê Kurdî, Saziya Dijle ya Rewşenbîrî, gelek xelatên herêmî ji partî û kesayet û navdarên ronakbîr û sazî û rêxistinên navçeyî bi dest xwe ve anîn e. Giraniya xebata wî di 10 salên dawî de, di çêkirina bernameyên ronakbîrî di ragihandina TV û Radiyo de li pêş in.[1]