#Newaf Mîro#
$Kîjan Peyman?$
Peymana bi kê re?
Ma Êzîdiyan peyman çêkirin e?
Kiribin bi kê re û kîjan dewletê re?
Êzîdî weke Ol, yan weke civak hatine nasîn?
Hatibin kengê û çi bi dewletê re?
Êzîdiyan xwe bi rêkûpêk kirine weke Ol?
Êzîdî ji aliyên kêve muxatab û hevpar hatine dîtin?
Di yasa û zagonên medenî de mafê wan hatiye parastin?
Êzîdî weke Ol li Iraq'ê piştî tayfeyên îslamê Şîe û Sunne ya duyem in, çima weke ola giştî nehatine nasîn û pejirandin?
Êzîdî weke civakeke Olî û xwedî taybetmendiyên cêwazin, çima ne ji aliyên Iraq û Kurdistanê ve bê kota û maf in?
Çima di peymanên fermî de Êzîdî ne alî ne?
Çima Êzîdî ji bilî agendayên partiyên siyasî ne xwedî agenda û mîsyon in?
Çima Êzîdî nikarin li dezgehên navdewletî û xwe bi xwe bînin ziman?
Ma peymana herî xirab ne ji bê peymaniyê çêtire?
Em dizanin peymana Syks-Pîkot beriya çend sala çêbûye, lê hê li ser civaka me bibandore. Ma qet gunehê me di wê demê de, nebû?
Hêz û rêxistin û dewletên bê piştgirî û hevpeyman dikarin li ser rûyê erdê bimînin?
Biborin min dirêjkir.
Em nikarin tenê gilî û gazincên xwe ji xelkên din, yan partiyên xwedî mîsyon bikin. Ew bixwe di nava xwe de, mafê wane ji derfetên heyî sûd bistînin. Lê gava Êzîdî ne xwedî dezgehên rewa û hevdem bin, qebehet ya me ye.
Helbet gava meriv, li vê dîroka xwîn, kuştin, talan, zor û Enfalan binere, merivê bibîne, ku yên hatine her xwestine, ji rewşa Êzîdiyan sûdê bigirin. Qet proje û yasa çi aliyê siyasî û olî ve nîne. Hebin jî ne ji aliyên dezgehên fermî hene.
Rewşa Êzdiyêm Sûrî, Tirkiyê hatiye jibîrkirin. Çenkû ew êdî li ser wê axa jê, nikarin bibin hêzeke olî, yan civakî. Lewma xeml û rewşa partiyên siyasî ne. Heta sax bûn, şerê wan kirin û dimirin, rehmê lê dibarînin. Ew civaka ku mal û milkê Ermeniyan ji xwe re birin, dibin xwediyê mal, milk û nirxên Êzîdiyan jî.
Em dikarin, hin gunehkara tim bibînin, lê gunehkar em in, yê li ser navê Êzîdiyan agendayên partiya dimeşînin.
Ger Êzîdî hevpar û hevpeymên navdewletî û navxweyî nebînin, fê ferman berdewam be.
Divê Êzîdî bi xwe siyaseta xwe ya pêkve jiyanê û Olî bi dezgehên fermî yên dewlet û navdewletî re pêkbînin.
Hêz û dezgehên bê piştgiriya navdewletî û bê heveyman, siberojeke fermanên nû di zikê xwe dihêwirîne.[1]