$Nivîskar û helbestvanê Kurd Can Birahîm$
Can Birahîm di dîroka 10.09.1967'an de li gundê Şîşê ya ser Kobanîya ser bi Rojavayê Kurdistanê ji daîyîk bûye. Lê ew di zaroketiya xwe di li bajarê Reqayê jiyaye û li wir xwendina xwe ya seretayî, navîn û amadehî domandiye. Li wir jiyaneke bi eşqa pêlên Firatê re derbas kiriye û gelek helbest û çîrok li ser nivîsandine, lewma di nava nivîsên wî mirov rastî wan hêmayên me gotî tê, her wiha tekstên wî bêhtir bi rêbazekî realîzmî, civakî û mirovî li ser belengazî, derbiderî, koçberî û êş û azarên xelkê nivîsandine. Her wiha carekê pirtûkek wî ya helbesyê li Reqayê hate şewitandin û carekê jî li kobaniyê.
Ew yek ji endamên yekîtiya nivîskarên Kurd li sûriyayê ye û her wiha endamê Hevgirtina Rewşenbîrên Rojavayê Kurdistanê HRRK'ê ye jî. Û di sala 2017'an de di endamtiya komîteya amadekar a mîhîrcana Helbesta Kurdî li Sûriyayê di sala 2017'an de cihê xwe girt û ew yek ji avakarên hedîtina Aştî ya helbestê ye. Di gelek radyo û televizyînan de mîna amadekar û pêşkêşvaniya bernameyên çandî kiriye.
Di sala 2017'an de yekemîn berhema wî bi navê Lorîn hate çapkirin û weşandin, paşê dîwana bi navê ''Berfîn Aso'' çap kir û dîwana seyem a bi navê ''Koşka Keseran'' di sala 2022'an de çap kir. Her wiha bi zimanê erebî jî dîwaneke helbesê nivîsandiye û dîwaneke helbestê jî li ber çapê ye. Ew dixwaze di pêşerojê de ferhengeke bi erebî û kurd çap bike.
Gelek spasname û xilat ji glek sazî, partî û yekîtiyên çandî wergirtine û beşdarî gelek mîhrecanên çandî û wêjeyî bûye. Her wiha gelek helbest, gotar û nivîs di rojname û kovarên erebî û kurdî yên cîhanî û ewropî de belav kiriye. [1]