$Kurtejiyana Baran Kendeş:$
Hunermendê Kurd Baran Kendeî di dîroka 1969'an li gundê Kurikê hate ya girêdayî #kobanî#ya ser bi Rojavayê Kurdistanê hate dunyayê. Paşa bi malbata xwe re tê li kobanîyê niştecih dibe. Malbata Kendeş hunermend bi xwe malbateke hunerî ye; Miço Kende, Ze'îm Kendeş û Baran Kendeş, kedeke wan ya laqyîk di ber bajarê xwe û welatên xwe de dane.
Ew bi xwe zewicî bû û bavê du keçan bû, Cana û Rewan.
Baran Kendeş rewşên herî zehmet ji xizanî û hejariyê jiya. Ew mecbûr dima ku dakeve di dawetan de stranan bêje da ku pê xwe û zarokên xwedî bike. Bi dehan stranên kevneşopî û folklorî straye, ji stranên mîna Eyşa Îbê, lê lê xerîbê, Siyabend û Xecê, Meyger, Axîna dil, Memê Alan, lo lo bira û hwd yanî bi tevahî ew xwediyê derdora 24 stranan e. Bi şêweyekî wiha ecêb û xerîn stran digotin, bûbû sedem ku ew stran nemir bimîne. Strana Heso Heso ya navdar ku yê Mihemed Dûman e, wê jî ev stran bi rêbaza xwe yî xweser digot û dihîşt ku her ev stran jîndar bimîne.
Wî di warê parastina çand, huner, kevneşopî û zimanê stranan de dewreke gelekî xweşik lîst, çiku wî gelek stran jîndar kirin. Wî di salên 1985-1986 yekemîn alboma xwe li gel birayê xwe Miço Kendeş û tembûrvan Ehmedê Çep di stodyoa Nisrîn bi teknîkên herî feqîr tomar û belav kirin.
Li gorî ku Zekeriya Mistefa di radyoya Miştenûrê de digot; '' Gava ku Baran Kendeş wefat kir, em çûne bin konê wî, bavê wî ji me re got Baran Kendeş nemir, her yek ji wan Baran kendeş e û hêsrên xwe paqij dikrin''. Wate ev e ku hunermedn her demê nemir in, ew bi çand û hunera xwe her zindî û jîndar dimînin.
Her çendî Baran Kendeş ji malabateke feqîr û hejar bû jî, lê wî bi qirik û hunera xwe, xwe îspat kir ku di envamê de îro di bîrdanka hunermen û gelê xwe de her û her zindî maye.
Hunermendê Kurdî di sala 08.11.2003'an de nexweşiya celtayê koça xwe ya dawiyê dike. [1]