$Evîn Goyî (Emîne Kara)$
Emîne Kaya di sala 1974’an de li gundê Hîlal ê navçeya Qilaban a #Şirnex#ê ji dayik bûye.
Dîroka Mirinê: 23.12. 2022 Parîs
Şiyarbûna ku pêngava 15'ê Tebaxê li ser civaka Kurd afirand, ji bo Evînê jî bû destpêka jiyaneke nû. Di ciwaniya xwe de polîtîkayên dewleta Tirk ên şewitandina gundan û zextan nas kir. Dibistana seretayî û navîn li vir qedand. Di vê navberê de têkoşîna li dijî polîtîkayên asîmîlasyonê yên dewleta Tirk a kolonyal esas girt. Emîne Kara di temenê xwe yê ciwan de rûyê rast ê dewleta Tirk dît û biryar da ku ji bo azadiya gelê xwe têbikoşe. Di sala 1988’an de tevlî têkoşîna azadiyê bû. Azadiya civaka Kurd di azadiya jinê de dît, ji bo wê bû xwediyê têkoşîneke bê hempa. Emîne Kara ya ku bi çanda xwezaya Botanê mezin bû, jineke leheng, kedkar, pir bi hêz bû ku bi hişmendiya ax û azadiyê hat hevîrkirin.Li ku derê lê bû ji bo jin û welatê xwe şer kir û bi dil û hişmendiya xwe li dijî dagirkeran şer kir. Bi vê hewldana xwe jiyana xwe ji bo azadiyê feda kir û şopa Sakîne Cansiz şopand. Ji bo sedsala 21. bibe sedsala azadiya jinê 24 saetan xebitî. Tevgera Jinên Kurd a ku di Komkujiya Parîsê de di şexsê şêniyan de bû hedef, di şexsê Êvînê de careke din hate hedefgirtin. Li Parîsê dîsa li ser jinan, li azadiyê, li Kurdan gule hatin reşandin. Kuştina vê jina Kurd a leheng ne tesadufî bû. Zilam-dewletên qatil fikirîn ku bi qetilkirina jinan re wê têkoşîna azadiyê ya jinan rawestînin. Lê guh neda ku şûngirên Sakîne Cansiz wê tu carî dest ji têkoşerên vê heqîqetê bernedin, îro bi deh hezaran jinên Kurd ber bi Parîsê ve diherikin û bi qîrîna dirûşman ew ê têkoşîna Evîn Emîne Kara hîn mezintir bikin.[1]
Kurdipedia werger jî Tîrkî