Navê pirtûkê: Bajarekî bê piştan
Navê nivîskar: Ronî Elî
Cihê çapkirina pirtûkê: #Kobanî#
Navê çapxaneyê: Ava
Sala çapê: 2021
Li bajarekî piştxûz
Ji girî û kenê rondikan
Benîştê mirinê
Li hev.. Parve dikin
Li ber mûmên mirazan
Bi tîqtîqa şevê re
Bêxût dikevin
Li bajarekî çavgirtî
Di bin mij û morana xewnan de
Ji kuzota hêviyan
Bi qîrîna hahooo
Nexşeyên kor
Li ser dêmên siberojê
Dikolin û daxdikin
[1]