$Mîr, Babaşêxê nû û çend pirs$
#Newaf Mîro#
Piştî guftûgoyên piştî kirasguhestina Mîr Tehsîn beg, heman gengeşe piştî qedemguhestina Babaşêx û babaşêxê nû jî derketin.
Ez li ser navê xwe wan pîroz dikim. Ez bawer dikim ew, di gelek xalan de ne di destê xwe de ne. Yên ne di destê xwe de, nikare temsîla Êzîdiyên dinyayê bi giştî weke tê xwestin bikin.
Di lîteratûra dinyayê de, şerme ku Oldar aliyekî siyasî be. Gava bibe alî, aliyên din wenda dike.
Jixwe em Êzîdî jî, şêx pîr û dunavên xwe weke dayik û bavê xwe dibînin. Navê wan babaşêx, bavêpîr, yan dayê ne. Lê mixabin sal bi sal zêdetir, dunavên me dibin amûr, alî û aksesûareke siyasî, ne ya olî.
Me êzdiyan bi salan siberoja xwe bi siberoja Kurd û Kurdistanê've girêdida. Lewma partiyên siyasî, êzîdî weke mangakê û zeviyekê ji xwe re dîtin; dotin û çandin. Mixabin heta niha jî ev yek didome. Pere û alîkariya ku êzîdiyan daye partî û rêxistinên kurda, biketina ser hev êzîdiyan dikarî nîvê Almanya bikiriyana. Bi qasî me serê xwe bi siyasetê re êşand, me bi xwe û arîşeyên xwe re biêşanda emê di rewşeke din de bûna. Me ji bo hineke din, mala xwe xirakir û em hêjî dikin. Helbet ne ji mafê mine, ez kesekî re bêjim; tu çima dikî?!
Di vê mijarê de, divê em rewşa êzîdiyên Iraq'ê, yan Kurdistanê û yên Almanya û welatên din ji hev cûda bikin. Divê ez bêjim; mixabin sed mixabin heta niha jî Êzîdî û Êzîdiyatî ne ji aliyên saziyên olî, ji aliyên siyasî li Kurdistanê û Iraqê têne nasîn û dibin muxatabên saziyên siyasî. Divê em vê yekê zanîbin.
Nabe em bi konsept û nêrînên giştî lê binerin. Rewşa wan ya siyasî û civakî, ji ya me yên Ewropayê cûda ye. Em dibînin ku êzîdî piştî komelkujiya Şengalê jî, di aliyên siyasî û hişmendiyê ji hev dûr in. Lewma em nikarin li ser nirxên xwe yên giştî bibin yek û berjewendiyên hevbeş bidin pêş. Yên di vê malwêraniyê, têkçûn, qirkirin û tecawizkirina Keç û Jinê Êzidî û desteserkirina zarokan de nebûbe yek, wê kengê bibin xwedî yekrêzî?
Wa diyare aliyên siyasî naxwazin, em bibin yek. Û em di hişmendiya xwe de weke aliyên siyasî yên Kurdistanê, di gelek xalan de dijminê hev in. Ger em bi wî çavî li Êzîdî û Êzîdiyatiyê binerin, ev tiştekî asayî ye.
Ezê rewşa êzdiyên Kurdistanê û bi taybetî Şengalê ji pispor û kesayên heman herema re bihêlim. Ezê vegerim rewşa me yên Ewropa.
Em xwedî dîrok û çandeke kevnar û deh hezarên salan in. Lê em îro ne li gorî pêzanîn û hişmendiya Xwedênasiyan Êzî tevdigerin. Heta niha êzîdî ne xwedî civat û kesayetiyên Ruhanî û Oldarên di civaka Ewropayê de têne naskirin in. Êzîdî ji aliyên ateîstên Êzîdî ve têne birêvebirin. Mal û komelên êzîdiyan ne xwedî kesayet û sazûmanên olî ne.
Li gorî nêrîna min, hebûn û mayîna êzîdiyan bi taybetî ji salên 1970yî û virde bi saya deriyê xêrê û aştiyê Ewropa û bi taybetî Almanya ye. Madem em li Almanya ne, û gelek tiştên me bi saya maf û derfetên Almanya'yê hene, çima em xwe li gorî pîvanên bî welatî saznakin?
Çima em rêyên legal û îlegal ji hev cûda nakin?
Çima em xwe weke Ol û civak li gorî ezmûn û derfetên vî welatî ava nakin?
Çima laşê me li vir hiş û ruhê me di berîka xelkên din de ye?
Çima em nabin navenda hişmendî û rewşenbîrî û vejîna Êzîdayetiyê?
Çima malên êzîdiyan nabin malên Olî?
Ma ne Ol be Êzîdî jî ninin?
Dem hatiye Êzîdî li xwe vegerin û jixwe û di xwe de li hêvî û rêyên mayînê û hebûnê bigerin.
Hizrên me çi dibe bila be, lê Xwedê û Xwedanê me yeke, ew jî rê û nîşanên Siltan Êzî ye.
Em kêmin Xwedê temame.[1]