#Newaf Mîro#
Ez dizanim weke nivîskar divê meriv xwe ji hinek mijara dûr bike û her mijarê neke rojev ji bo xwe û xwêner ên xwe. Civaka me ya kurdîaxêv alîgir û di nav xwe de parçe parçe ye. Ne tenê bi sînoran hatine parçekirin, di aliyê hizrî û têgehê de jî parçe ye. Çanda me ya xwe ragirtinê mixabin bêje nine, ya heyî jî zehf teng û qels e. Hîn nebûne hizr û peyvên cûda di nav xwe de hilgirin. Gelek car di qula derziyê re li dinyayê dinerin û wûsa jî dinirxînin. Heta ferz dikin ku yekane rastî ew e. Li şûna rexne û bersivên avaker, yên neyînî û zimanê êrîş û çêra serwer e. Sînga me ji hev û nêrînên hev re teng e.
Ev û gelek mijarên din, dihêlin ku kesên cûda tehl û bêkêr bêne dîtin. Hizr, civat, helbest, wêje, û siyaseta me di nav reş û spî, yan di çarçoveyên teng de ma ne. Bi kurtî dengê me biçe hev jî, em hev fêm nakin.
Ev mijar yên hizrî ne, yên ragihandinê û teknîkî jî hene. Em ne xwediyê dezgeh û saziyên giştî ne. Her weha ne xwediyê zimanê xwendinê û zimanekî standardûkirî ne. Zimanê me roj bi roj weke dara pelên xwe diweşîne. Ger ziman here û pirr rengiya civakê têkhere, wê wateya nivîskarî, wêjevanî min û heta siyaseta me çi be?
Bikaranîna min ya tevnên civakî zindî hiştina ziman e. Tekoşîna hizrî û ferasatê ye.Tevnên Civakî derfetê nû dide, ew derfetên belkî bi sedê sala bi destê miletê me neketine. Bikaranîna tevnên Civakî, dikare rê li ber pişavtinê bigire. Bikaranîna tevnên civakî divê ji bo pêşvebirin û parastina deskeftî û zimanê me be.
Gava pêwist be, divê em xwe ji bo xelkê xwe, tevn û mêzîna civaka xwe tehl jî bikin. Gava zimanê me nebe wateya nivîsandina me ya bi zimanê me jî namîn e. Ango wateya me jî namîne.
Dibe gelek cara ez peyvên ne bi dilê alî û partiyan dinivisînim. Lê jiyan û her tiştê bi jiyanê re têkildar, ne saz û tembure, ez meqamên wan lêdim. Gava ez û rewşenbîr bi tevayî heman peyvê û rengî biaxive, wateya wan kesên bi navê rewşenbîr jî namîne. Rewşenbîr divê alîyê sêyem yê civakê be. Ne yê şabaşê û aliya bin. Helbet ew dikarin wêya jî bikin, hingê ew dibin siyasetmedar. Jixwe rewşenbîrî û hunermendiya me, aliyê xwe yê sêyemîn ne parastiye û nekarî xwe bi partiyên siyasî bidin qebûlkirin. Hunermend û rewşenbîr nirxê netewê û civakê ne. Lê mixabin nirxên, nirxê xwe nizanibe erzan û pûç dibe. Helbet nirx jî bê destkeftiyên civakê, nayên parastin û pêşvebirin. Lê di civaka me de, li şûna parastina destkeftiyên netewî û navnetewî, destkeftî û berjewendiyên partî û aliya ne.
Gava me her qad ji bo bi pêşvebirina çand, ziman û nirxên xwe bikaranî emê bi serkevin.
Bi silavên ji dil û kurmancî.[1]