$Nivîskar û Helbestvan Ebûdê Mexso$
Ebdilmecdê Qasim kurê Silêman kurê Hisênê Mexso ye, û bi navê Ebûdê Mexso tê naskirin.
Di sala 1966an de, li gundê Dawidiyê jidayik bûye. Gundê Dawidiyê dikeve devera çaxirbazar, bi ser bajarê #Amûdê# ve ye, parêzgeha Hesekê. Xwendina xwe yî seretayî li gundê xwe û Bîrziravê xwendiye û ya navîn li Hesekê û Qamişlo xwendiye. Piştî bekelorya Peymangeha Mamosteyê Pola Taybet ya perwerdekirinê li Qamişlo xwendiye. Piştre xeta sor li ber navê wî danîn; ji ber encamê karê siyasî û ew ji erkê wî dûr xistin.
Di sala 1981ê de, dest bi nivîsandina helbestê kiriye ew jî bi tîpên latênî bûn. Ji wê demê de, ew li bajarê Qamişlo dimîne.
Bi boneya bîranîna şeva Newrozê 18.3.1985 an de, li bajarê Hesekê li taxa Til-hecer, wek mêvandar beşdarî vê şeva helbestî bû. Li wir helbestên xwe şanî mamoste Salihê Heydo û nemir seydayê Tîrêj kirin, Bi rastî herdû mamosteyan destê xwe li pişta wî dan û moralê wî bilind kirin. Ew jî ji bo wî cihê şahnaziyê bû. Di gelek kovar, rojnaname û malperan de nivîsandiye. Ew beşdarî gelek şevbihêrkên helbestî û festîvalan bû ye.
-Ji sala 2017 heta 2020 wek hevserokê Yekîtiya Rewşenbîrên Herêma Cizîrê maye.
Ew yek ji endamê damezirandina Pêşangeha Şehîd Herekol e.
Ji sala 2017an heta vê gavê (2022) ew endamê Yekîtiya Rewşenbîrên Herêma Cizîrê ye.
Berhemên wî yên çapkirî ev in : ( helbest)
-Kulîlkên Zozanan - weşanxaneya Mîrav - 2016
-Vîn û Viyan - weşanxaneya Şilêr-2018
-Xemla Welêt - weşanxaneya Şilêr-2020
-Zindana Evînê- weşanxaneya Beyan-2022
Berhemên li ber destan (Reşnivîs) ev in:
-Çavkaniyên jiyanê - (helbest )
-Rewşenbîr û şoreşa Rojava - (şîrovekirin)
-Romanek li ser dîroka berxwedana şehîdekî
-Ji kurdî bû erebî, (سجن العشق), Wergêr: mamoste Xalis Misewer
Xelat:
-Xelata Tevgera Civaka Demoqrat 2016
-Xelata Desteya Çandê ya Herêma Cizîrê 2019
-Xelata salane ya Seydayê Tîrêj ya Yekîtiya Rewşenbîrên Herêma Cizîrê- 2022
-Xelata Yekîtiya Rewşenbîrên Herêma Cizîrê- 2022
[1]