$Nivîskar û lêkolînerê kurd Dr. Muhamed Zeyno$
Di 08.02.1963an de, li gundê Kaxrê/herêma Çîyayê Kurmênc/#Efrîn#ê ji dayk bûye. Xwendina seretayî li gundê Kaxrê û ya lîseyê li bajarê Efrînê sala 1982 qedandiye.
Ji sala 1982-1983an bûye mamoste li dibistana gundê Kaxrê.
Havîna sala 1983an çûye welatê Sovyeta berê. Ji 1983-1984 zimanê rûsî li bajarê Mînskê qedandiye. 1984-1989 li zanîngeha bajarê Kîyev Beşê Felsefê diplom wergirtiye. 1989-1993 li akademîya zanistê li bajarê Moskovayê tîtila Doktorê felsefa civakî wergirtiye. Ji sala 1996 ve li welatê Almanya , li bajarê Dortmund dijî.
Yek ji damezirînerê kovara Pênûsê bû. Di gelek kovar û rojnameyên kurdî de berhemên xwe bi zimanê kurdî û erebî belavkirin e, mîna: Pênûs, Pirs, Newroz, Hevgirtin û Kurdistan.
Dr. Muhamed Zeyno endamê komîta Xelata Osman Sebrî ya dostaniya gelan e.
Dr. Muhamed Zeyno endamê komîta xelata Cemîl Horo û Bavê Selah ya hunerî ye.
Dr. Muhamed Zeyno giranî daye ser rewş û hebûn û paşeroja gelê Kurd li Ewropa, wî sê berhemên civakî nivîsandine. العائلة الكردية في المهجر. 2009 السوريون هجرة أم تهجير 2017 الاندماج 2019 . Berhema dawî hatiye wergerandin bo zimanê almanî.
Dr. Muhamed Zeyno zewicî ye û keçek û lawekî wî hene.[1]