$Agahiyên şehîd:$
Nasnav: Peyman Bagok
Nav paşnav: Hulya Mercan
Cihê jidayikbûnê: #Mêrdîn#
Dayik-Bav: Sureyya-Îzzettîn
Dem û cihê şehadetê: 12-11-2019 / Herêmên Parastinê yên Medyayê
$Kurtejiyana şehîd:$
Kurdistan ku dilê cografya Mezopotamyayê ye ku Şoreşa Neolîtîkê lê pêk hat, pêşengî ji avabûna nirxên civakî yên bingehîn re kir ku bû dergûş ji dîroka mirovahiyê re. Li vê xaka pîroz ku mîrateyeke bi heybet a bi pêşengiya jinê hate afirandin û ti carî jê naçe, bi hezaran sal in êrîşên bêrehm li gelê me hatine kirin, nasnameya jin a azad a pêşenga civaka me hate tunekirin û ew kirin kole. Civaka me ku yek ji gelên herî qedîm ên cîhanê ye; bû hedefa êrîşên asîmîlasyon, înkar û îmhayê û mîna ku Rêber Apo dibêje, 'Di bin zexta qirkirinê' de hate hiştin. Rêber Apo bi partiya me #PKK# ev rêveçûna berevajî ya dîrokê sekinand û civaka kurd a li ber tunebûnê bû ji xweliyên xwe ji nû ve afirand. Ciwanên Kurd ên ku paşeroja gelê me û gelên bindest e, #jinên Kurd# ên afirînerên Çanda Xwedawendiyê, bi tevlîbûna li nava refên têkoşînê bersiv dan keda bêdawî ya Rêberê me. Gelê me bi serhildanan silav da partiya me PKK'ê û her bihosta xaka Kurdistanê veguherand qada têkoşînê. Jinên Kurd ên ku nasname, ziman, çand û pêşengî jê hate standin, dîwarên di mejiyan de hatin lêkirin hilweşandin û cihê xwe di nava refên herî pêş ên têkoşîna me de girtin, pêşengî ji meşa azadiyê ya gelê me re kirin. Ev çanda şoreşgerî ya PKK'ê afirand, li bajarên Kurdistanê hemû belav bû.
Têkoşîna me nifşekî nû afirand ku bi berxwedanê mezin bû û li ser bingeha îradeya Apoyî li ser xeta serketinê dimeşe. Bajarê me Mêrdîn jî ji destpêkê ve bi coşeke mezin xwedî li têkoşîna me derket. Hevrêya me Peyman a ku li gundê Fitnê yê Dêrikê li nava malbata Mercan ji dayik bû, li cografya bihuştê ya Kurdistanê bi dilsoziya bi nirxên bexwedanê yên Kurdistanê û kedê mezin bû. Li nava malbateke welatparêz, bi lehengiya dîrokî û berxwedana #gerîla#, her wiha bi dîtina rûyê komkujî û qirker ê dewleta Tirk a faşîst mêtinger mezin bû. Bi hişmendiya xurt a welaparêziyê ya ji warê xwe wergirtî, zû mezin bû û di temenê xwe yê ciwantiyê de ji bo azadiya gelê me berpirsyariyên mezin da ser milê xwe. Di bihara 1991'ê de xatir ji cihê lê ji dayik bû xwest û tevlî nava refên Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê bû.
Hevrêya me Peyman weke gerîlayeke pêşeng gav bi gav li cografya Kurdistanê geriya, qadek nehişt ku lê tênekoşiya, ked neda, xwêdan nerijand. Li ser rêya Rêber Apo meşiya, xwe bi kedê afirand û di nava 28 salên gerîlatiyê de serketin û kêliyên bêhempa ava kir. Li herêmên Zap, Avaşîn, Xakurkê, Botan, Qendîl, Dersim, Heftanîn û Metînayê bi gerîlatiyê timî li pêş bû. Di salên destpêkê yên gerîlatiya xwe de li herêma Xakurkê Şehîd Bêrîtan (Gulnaz Karataş) nas kir, pê re ma û di bin fermandariya wê de şer kir. Hevrêya me Peyman dilsoziya xwe ya bi felsefeya Rêbertî, serweriya xwe ya li Îdeolojiya Azadiyê ya Jinê bi pratîka xwe bi xurtî nîşan da. Li ser xeta Rêbertî meşiya û bû mînaka şênber a nasnameya jin a azad a xwedawendiyê. Ji artêşa azadiyê ya gelê me ji ARGK'ê heta bi HPG'ê, ji destpêka artêşbûna jinê ji YAJK'ê heta bi YJA Starê şahidî ji her kêliya têkoşîna me re kir, cih di nav de girt, ked da, şer kir, bû fermandar, şer bi rê ve bir û di her kêliya têkoşîna me ya azadiyê de li refên herî pêş bû. Hevrêya me di demên herî zehmet de bal hilgirt, bû fermandara şer û parêzvana bêteredût a xeta partiyê. Li gel danheviya xwe ya mezin û tecrûbeya xwe ya bêdawî, bi kesayetiya xwe ya dilnizm dihate naskirin û cihê xwe di dilê hemû hevrêyan de girt. Her tim da ser şopa têkoşînê ya şehîdên me yên nemir. Di têkoşînê de gelek fermandarên pêşeng û şervan gihand, ruhê Bêrîtan û xeta Zîlan gihand hevrêyên xwe yên ciwan. Li qadên ku ked da, hevrêyên xwe xurt kir û li gorî pêwîstiyên demê amade kir. Bi tecrûbeya xwe û meşa li ser xeta Rêbertî, ji hevrêyên xwe hemûyan re bû hesteke xurt a baweriyê, di demên herî krîtîk de wezîfeyên herî girîng bi cih anî. Bû yek ji fermandarên pêşeng ên Pêngava 1'ê Hezîranê ya 2004'an û derbasî herêma Dersimê bû, ji bo serxistina pêngavê gelekî hewl da. Sala 2013'an tevî ku derbasî qdaa Başûr bû, hevrêya me Peyman timî dil û rûyê wê li Bakurê Kurdistanê bû, ku timî dixwest li vê qadê têbikoşe.
Hevrêya me Peyman weke şoreşgereke ku îdeolojiya azadiyê pejirandî, xwedî hişmendiyeke xurt a zayendî bû. Di têkoşîna zayendî de timî xwedî sekneke bi bandor bû, ti carî rê neda nêzîkatiyên kevneşop û paşverû. Di hezkirina hevrêyan û PKK'ê de sînor nas nedikir, bi hevrêtiya xwe ya ji dil tevlîbûneke mînak kir. Di parastina nirxên partiya me de bi hesasiyeteke mezin tevgeriya. Ti carî ji rastiya şehîdan qut nebû, li ser hevrêyên xwe hemûyan ên nas dikir û şehîd bûn di rojnivîska xwe de bi hesasiyeteke mezin nivîsî û ew bi hevrêyên nû re da naskirin.
Hevrêya me Peyman Bagok ku endama Meclîsa PAJK'ê û endama Konseya Fermandariyê ya HPG û YJA Starê bû, di 28 salên şoreşgeriya xwe de bêteredût li ser xeta Rêber Apo meşiya, alên PKK û PAJK'ê bi serbilindî hilda. Ji fermandariya eniyê heta bi hemû wezîfeyên li qadê meşandî, her kar bi rengekî hêjayî wê be bi ser xist. Dema ku li Herêmên Parastinê yên Medyayê têkoşiya, di encama êrîşa dewleta Tirk a faşîst de şehîd bû. Hevrêya me Peyman mîrateyeke têkoşînê ya dîrokî li pey xwe hişt. Têkoşîna fermandara me ya nemir hevrêya me Peyman wê ji aliyê hevrêyên wê ve teqez bê biserxistin.[1]