Tevî ku Herêma Kurdistanê heta radeyekê bi cînarên xwe re di têkiliyeke balansdar de ye, xasma bi Tirkiye û Îranê re ku gelek berjewendiyên wan ên siyasî û aborî bi Herêma Kurdistanê re hene.
Wek mînak, nêzîkî 1400 kompaniyên Tirkiyê û 500 kompaniyên Îranî bi fermî li Herêma Kurdistanê kar dikin. Mezinahiya pevguhertina bazirganî li navbera Herêma Kurdistan û Tirkiyê salane nêzîkî 11 milyar dolar e, lê tevî vê yekê jî pêwendiya Herêma Kurdistanê bi van her du welatan re hîna ne aram û ne cihê baweriyê ye.
Bi wateya ku faktora aborî (ku lîberalîst wek sedemekê ji bo aştî û lihevkirina li navbera du welatan dibînin) bi tenê ne bes e ji bo pêwendiyên Herêma Kurdistanê bi Tirkiye û Îranê re. Ev jî di koka xwe de vedigere wê yekê ku ne faktorên aborî û çandî (hêza nerm), lê faktorên ewlekarî û siyasî (hêza hişk) pêwendiya Herêma Kurdistanê bi Îran û Tirkiyê re raber dikin.
Ev peywendî di çend qonaxên siyasî de hate ceribandin, bi taybetî di dema giştpirsiya Herêma Kurdistanê ya sala 2017ê de, lê Tirkiye û Îranê pirsên xwe yên neteweyî, siyasî û ewlekarî li pêşiya berjewendiyên aborî danîn, xasma bi perspektîfa Pirsa Kurd û encamên wê li welatên xwe li pirsa giştpirsiyê mêze kirin.
Tirkiye û Îran (Iraq û Sûriyê jî) wiha dibînin ku dê serxwebûna Herêma Kurdistanê bandoreke rasterast li ser Doza Kurd û livandina pirsgirêka kurd li tevaya deverê bike.
Ev tirs di koka xwe de zêdetir girêdayî wê hizirê ye ku heger dewleteke kurdan hebe dikarin ji statûyeke bihêztir nûnertiya Pirsa Kurd bikin, çi li ser asta navçeyê be, yan jî li ser asta navdewletî be. Heger Herêma Kurdistanê di vê mijarê de ne cidî be jî, lê dikare Pirsa Kurd wek karteke siyasî di dema pêwîst de bi kar bîne.
Di rastiyê de yek ji faktorên herî xurt ku wiha kirine palpiştiyeke xurt ji pirsgirêka Filistînê re hebe ew e ku çend dewletên erebî û misilman li pişt in, jixwe heger elîtên siyasî yên ereb jî ne li pişt pirsgirêka Filistînê bin, lê li ser asta cemawerî li tevaya welatên erebî palpiştiyeke mezin a pirsa Filistînê heye.
Li vê gorê, yek ji faktorên ku wiha kir Pirsa Kurd pirseke lawaz be û bi tenê di dema pirsên herêmî û navdewletî de wek karteke siyasî yan guvaşê were bikaranîn, nebûna dewleteke kurdî li navçeyê ye.
Her çiqasî egera wê yekê jî heye ku wê demê Herêma Kurdistanê palpiştiya Doza Kurd li wan welatan neke; lê ev nêrîneke lawaz e çunke vêga statûya siyasî ya Herêma Kurdistanê lawaz e û hertim di metirsiyê de ye, ango Herêma Kurdistanê cihê xwe di siyaseta navdewletî de tekûz nekiriye ku were û berevaniyê li Pirsa Kurd li welatekî din bike.
Duyem, heger elîta hukmdar jî nikare berevaniya Pirsa Kurd bike, lê ji ber guşara kolanê û berjewendiya siyasî ya aliyên dijber, nikarin pişta xwe bidin Doza Kurd. A ku wiha kir ku em niha vê gotûbêjê bikin ew e ku vêga di dema topbaran û êrîşên leşkerî yên Tirkiye û Îranê û bihanegirtina wan bi Herêma Kurdistanê ev argument û dîmen zelaltir dibe.
Niha Tirkiye û Îran wek meydana hevrikî û şerê ligel neyarên xwe li Herêma Kurdistanê dinêrin, xasma li veguhastina pirsgirêkên taybet bi Pirsa Kurd li Rojhilat û Bakurê Kurdistanê ji bo Herêma Kurdistanê.
Helbet ev di demekê de ye ku Herêma Kurdistanê heta niha ew siyaset pêrew nekiriye ku piştevaniya Pirsa Kurd li Îran û Tirkiyê bike. Her çiqasî zû yan dereng Pirsa Kurd dawiya dawîn her dê bibe karteke siyasî ya xurt di destê Herêma Kurdistanê de. Heta ew her du welat bi vî rengî bi Herêma Kurdistanê re tev bigerin û rejîmên wan ji bo mana xwe li ser desthilatê û guhertina berê xelkê ji şikestinên xwe Doza Kurd wek karteke siyasî bisêwirînin.
Di rastiyê de kartên siyasî yên hindik di destê Herêma Kurdistanê de hene da guvaşan li ser Tirkiye û Îranê pêk bîne. Yek ji wan Iraq e ku mixabin niha Iraq nikare xwe jî biparêze, lê ji ber ku Iraq dewlet e ji qewareyeke nedewletî nola Herêma Kurdistanê baştir dikare mafên xwe yên navdewletî bi kar bîne.
Karta din jî Pirsa Kurd e ku heta niha jî Herêma Kurdistanê nikaribû bi kar bîne, lê her dê wextek were ku bikare bi kar bîne. Tirsa sereke ya rejîmên niha yên Tirkiye û Îranê ji Herêma Kurdistanê ew e ku Herêma Kurdistanê bibe livîner û îlhamkera Doza Kurd li deverê.
Di rastiyê de ev bandor dirust bûye. Wek mînak, di dema êrişa DAIŞê li ser Kobanî û Efrînê de, di dema êrişa Heşda Şeibî û hêzên Iraqê de li ser Herêma Kurdistanê. Tevî ku ev hemahengî li ser asta elîta siyasî lawaz e, lê li ser asta cemawer xurt e. Lewra dirustbûna her hêzeke kurdî, çi dewlet be yan ne dewlet be, tê wateya piştevaniya Pirsa Kurd li navçeyê.
Lê divê em vê yekê jî bizanin ku çênabe em li qewareyeke mîna Herêma Kurdistanê wek qada şoreş û şerê çekdarî dijî cînarên Herêma Kurdistanê binêrin. Çunke pabendiyên siyasî û qanûnî yên Herêma Kurdistanê li hember hemwelatiyên xwe hene û li hember cînarên xwe jî ku wiha dike nikare bi eşkere palpiştiya wan tevgerên civakî û siyasî bike ku li beşên din ên Kurdistanê diqewimin.
Xaleke din ew e ku bizavên çekdarî yên beşên din ên Kurdistanê tên ku bibin metirsî û bargiranî li ser Herêma Kurdistanê, çunke Tirkiye û Îranê sûdeke mezin jê dibînin ji bo bikaranîna navxwe (istihlak daxilî) û anîna artêş û leşkeran li ser Herêma Kurdistanê. Bi taybetî di dema niha de bizavên çekdarî êdî ne faktorên parastina Pirsa Kurd in qasî ku bûne hêncetek ji bo mana rejîmên dîktator wek rejîma Komara Îslamî ya Îranê û AK Partiya Erdogan ku mifayeke mezin ji wan hêzên kurdî yên çekdar dîtine.
Her yek ji tevgerên sivîl ên niha yên Îranê û HDPê li Tirkiyê bandora wan pir zêdetir e li ser pêşveçûna Doza Kurd li wan welatan ji wan hêzên çekdar ku li çiyayan şerê dewletên Tirkiyê û Îranê dikin. Ev ji bilî ku tevgerên çekdarî yên dijî dewletê di siyaseta navdewletî de bi sanahî di lîstên terorê de cih digirin û hergav dibin hêncetek jî di destê wan rejîmên dewletî de ji bo perçiqandina bizavên sivîl.
Mixabin niha jî bûne hêncetek ji bo êrîş û anîna leşkerên Tirkiyê û Îranê li ser Herêma Kurdistanê. Li vê gorê, nemaze piştî wê guhertina lezgîn ku di êrişên esmanî de qewimî ku merema min bikaranîna dronan e ji aliyê Tirkiyê û Îranê ziyaneke mezin digihe bizavên çekdarî û ber bi lawazî diçin, lewra divê serkirdayetiya kurd xasma li Bakur û Rojhilatê Kurdistanê zûtirkê tevger û xebata çekdarî sererast bikin.[1]