Ziryan Rojhilatî
$Pêşgotin$
Seredana Serokê Çînê Xi Jinping ji bo Erebistana Siûdî, xasma tenê pênc mehan piştî seredaneke Serokê Amerîka Joe Biden ji bo Riyadê, nîşaneke din a hevrikiya mezin a cîhanê ye ango rikeberiya hêzdariyê li navbera Çîn û Amerîkayê ku dikare rûçikê cîhanê biguhere.
Di demekê de ku li Kurdistanê siyaset bi awayekî sereke di xelekeke berteng û dubare ya hevrikiya hizbî de çerx dibe, hevrikiya mezin a cîhanê tê ku pêkhateya emnî û siyasî ya navçeyê biguhere û bê guman ev ê bandorê li ser her çar parçeyên Kurdistanê jî pêk bîne.
$Enerjî û jê wêdetir$
Çîn yek ji mezintirîn kiryarên petrola cîhanê xasma ya Erebistana Siûdî ye. Bi giştî, Çîn nêzîkî çaryeka tevaya berhema petrol Erebistana Siûdî dikire. Bê guman, ji bo aboriyeke wek Çînê ku dahata geşbûna berhema xwe ya navxwe (GDP) ji 1.34 tirîlyon dolar sala 2001ê gihand 17.7 tirîlyon dolarî li sala 2021, bidestxistina enerjiya erzan û berdewam pir giring e.
Dibe ku Çîn di vê mijarê de bi rêveberiya Bidenî re li hev be, têkildarî hewldana daxistina nirxê enerjiyê. Roja 4ê kanûna yekem, OPEC Plusê biryar dabû ku siyaseta kêmkirina 2 milyon bermîlên petrolê ya rojane li bazarên cîhanê bidomîne ku di meha nîsana îsal de li ser hatibû lihevkirin. Dibe ku ev ji bo Amerîka û Ewropayê jî ne nûçeyeke dilxweşker be xasma ku wan biryar daye guvaşeke zêdetir li ser sektora enerjiya Rûsyayê pêk bînin.
Vegera bihêz a giringiya petrolê ji bo siyaseta cîhanê wisa kir ku serkirdên welatan bêhtir berê xwe bidin Kendavê. Îsal ji xeynî Biden û Ping, Wezîrê Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov jî çûbû Kendavê. Her wiha Seroka Komîsyona Yekîtiya Ewropayê Ursula von der Leyen jî roja 18ê mijdarê ji paytexta Behreynê Menameyê, ew peyam da ku Rûsyayê mezintirîn mişteriyê xwe ku Ewropa ye ji kîs da û Ewropa dawî li girêdanên xwe bi wî welatî ra tîne.
Di rastiyê de, faktora enerjiyê beşeke giring a giringiya navçeya Rojhilata Navîn e nemaze Kendavê ji bo hêzên mezin ên cîhanê, lê ev ne her tişt e. Ji ber ku lap di wan deman de ku li Amerîkayê behsa pêwîstiya giringîdana zêdetir bi navçeya Hind-Pasîfîk dihat kirin û giringiya bi navçeya Rojhilata Navîn kêmtir bû, welatekê nola Çînê bi xurtkirina têkiliyên xwe bi welatên vê navçeyê re daketibû.
Karên Foruma Çîn û Welatên Erebî ku ji 2004 ve hatiye avakirin, zêdetir bûn û Çînê deyn daye hindek ji wan welatan. Ev ji bilî peymana 25 salî bi Îranê re û pêşxistina têkiliyan bi Tirkiyê û tew Îsraîlê re jî. Bê guman, ev beşek ji wê rikeberiya xurt e ku dike îro rengê cîhanê biguhere.
Rikeberiya hêzadarî ya mezin a cîhanê
Zêdetirî deh salan piştî teza navdar a Fukuyama li ser dawiya dîrokê di destpêka salên 1990î de, ku ragihandina serkeftina Amerîka û lîberalîzmê li cîhanê bû, bi awayekî berevajî mijareke din dinyaya siyasetê vegirt, ew jî dawiya heyama tekcemserî (yekpolarîzmê) li cîhanê bû!
Mesele gihişte asta ku îdareya Bidenî di belgeya stratejiya ewlehiya xwe ya neteweyî de, bi awayekî eşkere dabaşa wê yekê bike ku Çîn rikebereke rasteqîne ye. NATOyê jî di lûtkeya xwe ya îsal de tekez kir ku projeyeka Çînê ya hêzdar li cîhanê heye.
Di warê aborî de, her çiqasî hîna Amerîka aboriya herî mezin a cîhanê ye, lê lezgîniya geşbûna aboriya Amerîkayê ne wek a Çînê ye. Li gor daneyên Banka Cîhanî, di heyama zêdetirî 20 salên borî de, dahata geşbûna berhema navxweyî ya Amerîkayê ji 10.58 tirîlyonan sala 2001ê bû 23 tirîlyon dolar li sala 2021ê. Bi vê yekê jî du caran mezintir bû. Di demekê de ku ya Çînê zêdetirî 15 caran mezintir bû.
Di warê leşkerî de, Çînê xerciyên xwe yên leşkerî ji 50 milyar dolarî di sala 2001ê de gihand 270 milyar dolaran di sala 2021ê de. Amerîka ji 493 milyar dolarî di sala 2001 de, xerciyên xwe yên leşkerî gihand 768 milyar dolaran di sala 2021ê de. Bi wateyeke din, Çînê zêdetirî 5 caran xerciyên xwe yên leşkerî zêde kir û Amerîka jî nêzîkî du caran zêde kir.
Li gor raporeke Enstîtuya Lêkolînên Aştiyê ya Navneteweyî ya Stockholmê (SIPRI), di sala 2021ê de, xerciyên leşkerî yên cîhanê ji bo cara yekem gihan 2.1tirîlyon dolarî. Her li gor raporê, sê hêzên Asyayê (Çîn, Rûsya û Hindistan) di nav wan 5 welatên cîhanê de ne ku herî zêde xerciyên leşkerî kirine û ji %52ê tevaya xerciyan jî ji aliyê Çîn û Amerîkayê ve hatine mezaxtin.
Hevdemî hêlên aborî û leşkerî yên rikeberiya hêzdarî ya Amerîka û Çînê, rikeberiya her du aliyan li ser dirustkirina hevpeymanî û pêşxistina têkiliyên dualî û çendalî jî zêdetir bûye. Nakokî li ser serdestiya teknolojî, bandora li navçeya Pasifik ji giringtirîn hêlên wê hevrikiyê bûn ku niha dikin daqûlî Rojhilata Navîn jî bibin.
$Kurdistan û rikeberiya hêzên mezin ên cîhanê$
Giringtirîn encama daketina hêzên mezin ên cîhanê bi rikeberiya hev, dirustbûna valahiyeke hêzê li Rojhilata Navîn e. Vê yekê jî dewletên wê xistine nava tevger û lîstikeke nû ya rikeberî û hevpeymaniyê, ji bo ku balanseke hêzê dirust bikin.
Her çiqasî hîna valahiyeke hêzê bi tevayî dirust nebûye, lê dudiliya ku Amerîka ji 2011ê (werçerxa dîtina Amerîkayê ber bi Pasîfîkê) bi şûn da li vê deverê nîşan da, xasma di 2019ê de giha gumbetê, xwesteka dewletên deverê ji bo siyaseteke ji berê tundtir li hember kurdan zêdetir bû. Tirkiye û Îranê karên xwe yên leşkerî li deverê zêde kirin û ev jî rewşa kurdan di qonaxa du cemserên cîhanê de bi bîra meriv tîne, nemaze di salên 80 yên sedsala borî de ku siyaseta tepeserîya kurdan tew heta asta jenosîda kurdan jî çû.
Ji 2015 bi şûn de heta 10ê mijdara îsal zêdeyî 6 hezar kesan di şerê navbera PKK û Tirkiyê de canê xwe ji dest dane. Ev di demekê de ye ku bi tenê berî çend salan, dabaşa pêvajoya çareseriya (Îmraliyê) li navbera Tirkiye û PKKê dihat kirin, wek a ku Turgut Ozalî piştî hilweşîna Yekîtiya Sovyetê dixwest bike lê sergihayî nebû. Ev bi xwe baştirîn nimûne ye li ser wê yekê ka çawa guhertina di balansên hêzdarî yên cîhanê de dikare bandorê li ser Pirsa Kurd jî pêk bîne.
Serdestiya Amerîka li cîhanê û her du şerên Iraq û DAIŞê ku her du jî bi serkirdatiya wî welatî hatin kirin, rê ji bo du desthilatên kurdî yên ˈde jureˈ û defakto li deverê vekir, lê her wê dema ku dudiliya Amerîka û siyaseta hevrikiya hêzên mezin ji serdema Obamayî ve dest pê kir, hewldanên navçeyî ji bo sînordarkirina kurdan zêdetir bûn.
Tirkiye sê operasyonên bejayî yên berfireh li Rojavayê Kurdistanê pêk anîn û niha jî qala ya çaremîn dike. Sînorê desthilatên Herêma Kurdistanê ji 2017 bi şûn de ber bi kêmbûneke zêdetir çû û Îran jî bi tenê di çend mehên borî de, qet nebe sê caran êrîşên dorfireh ên asmanî birin ser axa Herêma Kurdistanê û karvedana wê li hember nerazîtî û xwenîşandanên Rojhilatê Kurdistanê jî xwîndar bû. Ev jî di demekê de ye ku berê piştî nîvekên salên notî, dev ji êrîşên xwe li ser partiyên Rojhilatê Kurdistanê berdabû, her wisa hewla geşkirina zêdetir a pêwendiyên xwe bi Herêma Kurdistanê re dida.
Bê guman derketina pêleke din a hevrikiyê li navbera partiyên Herêma Kurdistanê ne bi tenê mijareke navxweyî ye, lê encameke wê sîstema giştî ye ku ber bi guhertinê ve diçe. Derfeta dewletên deverê ji bo rûbirûbûna kurdan û mijûlkirina wan bi lîstikeke sînordar a xwecihî zêdetir bû. Di demekê de ku wek mînak xwesteka Amerîka û Rojava ji bo yekkirina pêşmergeyan bi sistî ber bi pêş ve diçe.
$Dawî$
Cîhan ber bi guhertinekê ve diçe û Kurdistan jî di qonaxeke hestyar de derbas dibe. Seredana Xi Jinping nîşaneke eşkere ya wê guhertinê ye ku dike biqewime. Lîstikvanên giring ên cîhan û deverê tên ku xwe li gor rikeberiya hêzdarî ya Çîn û Amerîkayê organîze bikin. Bê guman di vê qonaxa gerguhêz de jî, pêleke siyaseta dijkurd li navçeyê lidar e. Helbet vêga ne salên 80 yên sedsala borî ye û heger polîtîkaya kurdan di xeleka girtî ya navxweyî de guhertin tê de dirust bibe, ne metirsî lê dikare bibe derfetek jî.
Wiha tê texmînkirin ku hejmara kurdan li gor salên 80, qet nebe sê caran zêdetir bûye û şîyana kurdan a leşkerî û siyasî jî rastî guhertinê hatiye, têgihitşin û cîhanbîniya mirovan jî guhertiye. Ji van giringtir jî, dewletên derdora kurdan hem kêşeyên wan ên navxweyî zêdetir bûne û hem sirişta siyaset û desthilatdariya wan jî ne mîna berê ye. Dawiya dawîn her guhertinek dikare derfet yan metirsiyê bi xwe re bîne, helbet yê serkeftî ew e ku çewtiyên xwe yên dema raborî dubare neke! [1]