ِ$Agahiyên Şehîd:$
Nasnav: Partîzan Sarya Gul
Nav paşnav: Farûk Tatli
Cihê jidayikbûnê: #Amed#
Dayik-Bav: Meral-Tarik
Dem û cihê şehadetê: 2016 / Herêmên Parastinê yên Medyayê
$Kurtejiyana şehîd:$
Amed ku bajarê berxwedanê yê Kurdistanê ye, çawa ku di dîrokê de mohra xwe danî binê berxwedanê, îro jî vê çanda berxwedanê dewam dike. Hevrêyê me Partîzan, li vî bajarê berxwedanê li nava malbateke welatparêz ji dayik bû û mezin bû. Polîtîkayên asîmîlasyonê û qirkirinê yên #dewleta Tirk# a faşîst dagirker ên li dijî gelê Kurd ji nêz ve dît û gelek caran bi xwe li vê polîtîkayê rast hat. Bi taybetî pê hesiya bê dewlet çawa ciwanên Kurd dixe nava qirêjiyê, ji bo pêşî li tevlîbûna ciwanan a il nava refên azadiyê bigire çawa ji rastiya xwe û gelê xwe qut dike. Li zindanê Rêber Apo û tevgera me hîn bêhtir ji nêz ve nas kir. Di pêvajoya zindanê de ji nakokî, lêpirsîn û şêweyê têkoşînê re bersivên pêwîst peyda kir. Fêhm kir ku heta bi temamî ji sîstemê qut nebe wê derfetên têkoşînê jî kêm bimînin. Hîn bû ku di dîroka zindanê de berxwedana lehengî di nava kîjan şert û mercî de hatiye kirin û piştî ku ji zindanê derket biryar da ku tevlî nava refên PKK'ê bibe.
Hevrêyê me Partîzan ku li çiyayên Kurdistanê tehma azadiyê stand, di nava demeke kurt de xwe bi pêş ve bir. Bi kesayetiya xwe ya têgihiştî di felsefeya Rêber Apo de xwe kûr kir û ji bo bibe milîtanekî Apoyî têkoşiya. Hevrêyê me Partîzan bi fedakariyeke mezin nêzî her kêliya jiyanê û wezîfeyê bû, di nava hevrêyên xwe de bû cihê hurmeteke mezin. Hevrêyê me Partîzan ji bo hêjayî Rêber Apo, şehîdan û gelê me bibe bi berpirsyariyeke mezin nêzî wezîfeyên demê hemûyan bû, her wezîfeya ku partiya me da wî bi rengekî serketî bi cih anî. Destpêkê zor û zehmetî kişandibe jî wate da van zehmetiyan û ji xwe re kir bingeha pêşketinê. Têgihişt ku bêyî têkoşînê pêşketin nabe, lewma bi moral û kelecaneke mezin di meşa azadiyê de israr kir. Hevrêyê me Partîzan bi sekn û kesayetiya xwe ya di nava jiyanê de bû milîtanekî Apoyî yê mînak. Hem hîn bû hem jî tecrûbeyên xwe bi hevrêyên xwe re parve kir. Heta kêliya şehadetê bi dilnizmî, dilsozî û kedkariya xwe cihê xwe di mejiyê hevrêyên xwe de girt.[1]