$Ji bo Êzîdiyan werçerxeke dîrokî$
Salih Cuma Pîr
Êrişa DAIŞ´ê ya 3 Tebaxa 2014´an ya li dijî Şengalê, û pêkanîna qirkirinê li wir, ya rastî nîşan da ku mirovahî wisa di sedsala 21´ê de bi pêş nakeve, bi pêş neketiye. Helbet heger em bipêşveçûnê mîna zêde xwarin û berxwuriya eşyayan a mirovahiyê nenirxînin! 3´yê Tebaxê li dijî Êzîdiyan êrişeke qirrkirinê pêk hat, lê dinya ranebû ser piyan. Heger 12 fedaiyên gerîla li ber ranebûna, yek ji xedartirîn qirrkirinên dinyayê wê rûbidana. Ya rastî, dema ku miletek ji wan erdan tê qutkirin ku li ser wan ji dayik bûye, li ser wan jiyaye, zimanê xwe û çanda xwe afirandiye, ev yek bi serê xwe jî qirrkirinek e. Ji ber vê yekê, êrişa 3´yê Tebaxa 2014´an li dijî Şengalê, qirrkirinek e. 3´yê Tebaxê, ji bilî qirrkirina li dijî Êzîdiyan, qirrkirineke jinê jî rûda. Hîna hejmareke ku bi hezaran tê îfadekirin a jin û zarokan di destê DAIŞ´ê de ne. Ev bi tena serê xwe nîşan dide ka qirrkirina 3´yê Tebaxê çiqasî giran e.
Êzîdî bi qirrkirineke bi vî rengî re rûbirû man. Lê belê dinyayê nerazîbûn û helwêsta pêwîst nîşan neda. Ev yek jî roja me ya îro delîla wê yekê ye ku Exlaq û wicdan ziwa û hişk bûne. Dibêjin li dinyayê bipêşketin heye. Ev bi temamî xapandin e. Ji bo mirovahiyê nabe ku bipêşketin xwegihandina madeyên berxwuriyê be. Dema ku mirov weke xwegihandina madeyên berxwuriyê û konforê bipêşketinê binirxîne, hingê dikeve rewşeke ji ya heywanan jî li paştir. Heywan çavên xwe bernadin wê tişta ku ji pêdiviya wan û wêde ye. Lê roja me ya îro, mirov ji bo ku ji ya pêdiviyta xwe zêdetir bi dest bixin, hevdu serjê dikin; ma ev bipêşketin e, ma ev mirovahî ye?
Li Şengalê ji ber vê yekê em bi qirrkirinekê re rûbirû man; ew dewlet, welat û civakên ku wer tê zenkirin bipêşketî ne, çiqasî serê xwe bi Şengalê êşandin? Muhtemel e, heger berjewendiyên wan ên siyasî û aborî hebûna, ji sedî yekê ya li Şengalê biqewimiya, wan ê dinya rakira ser piyan. Ma ev e bipêşketin, ma ev e mirovahî? Ev yek eşkere ye ku mirov çiqasî zêde xwe bigihînin madeyên berxwuriyê, bi pêş nakevin, berovajî vê yekê, ew bi paş dikevin. Civaka berxwuriyê û zêhnyeta berxwuriyê li cem mirovî ne wicdan û ne jî exlaq hiştiye. Ji ber ku kapîtalîzm dijberiya civakê ye. Ji ber wê yekê jî tevahiya nirxên civakî dikuje. Qonaxa kapîtalîzmê ya civaka berxwuriyê jî bi pençeşêrê ketina civakê bi xwe ye, pê re jî mirina civakê ye.
Ji ber vê sedemê helwêsta pêwîst li dijî komkujiya Şengalê nehate nîşandan. Mîna tê xwestin xwedî li Êzîdiyan nehate derketin. Di rastiyê dê Êzîdî ew mîrate ne ku mirovahî û dîrokê ji roja me ya îro re hiştine. Yên mîrasa mirovahiyê neparastin, ji mirovahiyê derketine. Komkujiya li dijî Êzîdiyan ji ber vê yekê jî ji bo hemû mirovahiyê bû ezmûnek. Di pîvanên mirovahiyê de bi vê ezmûnê re derkete holê ka kî xwediyê kîjan astê ye. Gerîla û tevgera azadiyê ya li Êzîdiyan xwedî derket, bi serbilindî ev ezmûn li pey xwe hişt. Jixwe, Tevgera Azadiya Kurd a bi ramanên Rêber Apo xwedî dibe û karakterê wê bi gewde bûye, di roja me ya îro de nefesa herî pîr û pak a mirovahiyê ye. Mirovahî hinekî jî bi van nirxan nefesê distînê û nîşaneyên jiyanê dide der.
Ya rastî, di rewşa niha de jî ji bo mirovahiyê wezîfe ye ku tedbîrên pêwîst bigire da ku Êzîdî careke din rastî komkujiyê neyên. Ev jî bi avakirina sîstemeke jiyanê ya ewlekarî, aborî, civakî, siyasî û çandî mumkin e ku xetera komkujiyên nû ji holê rake. Ya vê yekê pêk bîne jî xweserî ye ku Êzîdî karibin xwe bi xwe bi rêve bibin û xwedî hêza xweser a parastinê bin. Êzîdî niha Şengalê bi rê ve dibin. Lê belê li aliyekî Iraq li aliyê din jî PDK ji bo vê xweseriyê ji holê rakin û bingehê qirrkirinên nû biafirînin, hewl didin li herêmê xwe serdest bikin. Yên ku ji bo Êzîdî bibin xwedî mafê xweseriyê pêwîst bû herî zêde berpirsiyarî bigirta ser xwe, ketine nava hewldanên berovajiyê vê yekê.
Êzdayetî yek ji baweriyên herî kevnar ê mirovahiyê ye. Bi taybetî di karakterê çand û baweriyê yê Rojhilata Navîn de bandor û şopên Êzdayetiyê hene. Herî kevinbûn di heman demê de kokdarbûn e. Jixwe, tevî ku hezarên salan zext û zilm li wan dibe jî hebûna xwe domandine. Bawer nakim ti civak karibê bibêje me 73 komkujî yanî ferman dîtine. Êzîdî dibêjin me 73 ferman dîtine. Koda herî sereke ya dîrokî ya di Êzîdiyan de heyî bi serê wan de hatina 73 fermanan e. Bilêvkirina Êzîdiyan a vê yekê ji aliyekî ve wan bêhtir bi koka wan ve girêdide, li aliyê din jî tirs û hestiyariya ku careke din bi fermanê re rû bi rû bimînin, nîşan dide. Nivîskarê Ermenî Hrant Dînk qala jiyaneke ´dilnerehetiya kevokî´ kiribû. Êzîdî jî mehkûmî ´dilnerehetiya kevokî´ hatine hiştin.
Lê belê fermana 74. ji yên din tevan cudatir bû. Bi vê fermanê re rewşeke ku bi tevahî ji holê rabin dikaribû derkeve holê. Ji ber vê yekê jî bû merhelekeye diyarker. Di Êzîdiyan de asta bîrewerî û serwextiyê bilind kir. Yan piştî vê fermanê ji bo xwe biafirînin wê xweser bûbane; yan jî di serdema me ya amûrên qirrkirina çandî zêde bûyî de bi komkujiyeke spî re rû bi rû bimana û tine bibûne. Niha mîna qirrkirina reş, qirrkirina spî jî Êzîdiyan tehdît dike. Li dijî qirrkirina reş û spî rêya parastina hebûnê ya bi tenê heye; ew jî xwe gihandina jiyana xweser e.[1]
Ji ber vê yekê hemû Êzîdî, Kurd û mirovahiya pêşverû-demokratîk ji bo careke din Êzîdî rastî qirrkirinan neyên û xweseriya wan misoger bibe, berpirs in.