#Newaf Mîro#
Êzîdî bûne çêlikên Tîtiya
Çêlikên Tîtiya gava dest bidana wan û hêlîna wan nema di hêlîna xwe de dilûsiyan. Gelek balindeyên berrî jî wûsa ne gava dest bidin hêk û hêlîna wan nema tên ser wê hêlînê. Wê salê sewr û bê ber dimînin.
Warê Êzîdiyan ji dest wan hat stendin, yan neçar mane warê xwe biterikînin. Pirsgirêkên her mirovî çêdibin, gava ji welat û cihê xwe dûr dikevin. Lê yê Êzîdiya hê bêhtir in.
Hin êzîdiyan malbat û xizmên xwe wenda kirine û bi heman êşê li welatên Ewropayê digerin.
Çavê wan her li rê nûça ye.
Hin dixwazin bi rengekî ji rengan hê tolla xwe ji hêz û aliyên siyasî hilînin. Di nava xwe de ne aram in.
Hin hê di xewnên xwe de Daîşî û kuştiyên xwe dibînin.
Hin di nav çanda jiyana Ewropiyan de digevizin.
Pirsgirêkên nivşa û dûrwelatiyê, wûsa jî yên aborî û civakî rû didin.
Gelek Êzîdiya xwe kuştin û her şev di xewê de li warê xwe ne. Û bi wê xemê mirin.
Êdî ne mêr, mêrê berê ye, ne Jin jina berê ye, ne zarok zarokên berê ne. Ne Şêx û Pîr ne yê berê ne. Pergala Êzîdiyan belav bûye û pergaleke nû ji xwe re çênekiriye.
Hinek ji kerba welatê xwe her roj dimirin. Hinek ji ya zarokên xwe dimirin. Hin ji dayik û bavê xwe direvin. Hin ol û rêbazên çandî ji wan re teng tên û direvin. Hin diçin ser çiya û li rêya tol û heyfê digerin. Hin bûne Apocî dijê Barzaniyan ne. Hin Barzanî ne, dijê Apocî ya ne. Hin jî ji xwe re bûne xerîb. Yên bûne Yahova yî, û yên bûne bê dîn, yên oldarên bi kîn jî hene.
Zarok di nava van hemû nakokiyan de mezin dibin.
Dengê kesî nema diçe kesî. Şerê rasterast dikare tifaqê çêke, lê şerê derûnî û sar tifaqê û nirxên civaka bê star û mafên rewa roj bi roj pûç dike.
Meseleyên Êzîdiya bi tundûtîjiyê û bi alî û alîgiriyê çareser nabin. Rêyeke hevbeş ya aqilane dikare pirsgirêkên êzdiyan hinekî sivik bike.
Ew jî aliyên berjewendiyên wan di nakokiyên di nava êzîdiyan de hene sûdê jê digirin.
Mesela Êzîdiyan karesateke mirovî, çandî û derûnî ye. Nabe ji bo berjewendiyên siyasî bête bikaranîn.
Bi hêviya dengê Êzîdiyan bê guhdarkirin û rêya aqil û metodên pisporî ji bo Êzîdiyên neçar û şerpeze bête dîtin û bikaranîn.[1]