$Helbestvan û rojnemegerê Kurd Nîhad Kerho$
Nîhad Kerho di dîroka 01.04.1989'an de li bajarê #Kobanî# ya ser bo Rojavayê Kurdistanê ji dayîk bûyer. Xwendina xwe ya seretayî, navîn û amadehî li kobanî qedandiye, paşê xwendina mafnasiyê li Sûriya berdewam kiriye, lê ji ber şert û mercên şer û şoreşê nekarî xwendina xwe bi dawî bike. Ji ber vê yekê di sala 2013'an de berê xwe dide Lubnanê, li wir di fakulteya ragihandinê dixwîne, piştî xwendina xwe ya ragihadinê bi dawî dike, derdora salekê di televizyona fermî ya Lubnanê de dixebite, her wiha di radoyaya Beyrûtê de jî dixebite, wê dikaribû bi rêya radyoyê di bernameyên çandî û wêjeyî de helbestan bi dengê xwe bibêje. Ji ber hingê Nîhad Kerho bi dengê xwe yê helbestane tê zanîn û naskirin. Di ber bê rêwîtiya wş ya helbestane de wî, karibû di sala 2016'an de komek helbestên xwe ya bi navê ''Kilara'' cara yekemîn ji aliyên weşanxaneya El-Nehar ve biweşîne û belav bike. Di warê navlêkirina vê berhemê de, ''Kilara'' bi wateya pîrozdayîna keça Ixrîqî hatiye girtin.
Nihad Kerho, paşê vegeriya Sûriyayê, piştî heyameke ji 8 salan vegeriyan warê xwe kobaniyê, lê Lubnan jê re bûbû destpêka rêwîtiya nivîsandina pexşan û helbestan û karibû di gelek rojnameyên erebî yên misrî û filistînî, yemenînî û îmaratî de belav bike. Her wiha ew niha ew mîna nûçegihan di ajansa nûçeyan a Hawarê de dixebite û di warê xebatên meydanî de raporan bi erebî dinivîse. Ew xwediyê gelek helbestên cihêreng e, û gelek helbestên wê jî hene ta niha nehatiye weşandin, ango derdora 46 helbest û pexşanê neweşandî di berîka bîrdanka wî de hîna veşartî mane. [1]