$Agahiyên şehîd:$
Nasnav: Bahoz Mijînî
Nav paşnav: Mucahît Tok
Cihê jidayikbûnê: Mersîn
Dayik-Bav: Fatma-Abdûrrahman
Dem û cihê şehadetê: 4'ê Tîrmeha 2022 / Kato Jîrka
$Kurtejiyana şehîd:$
Hevreyê me Bahoz di nava malbateke welatparêz a Botanê ji dayîk bû û neçar man koçî metropolên Tirkiyeyê bike. Hevreyê me Bahoz li gundê Mijînê ku ji welatparêzên Qilebanê ye ji dayîk bû û bi hîşmendiyekî welatparêziyê re mezin bû. Her çiqas dûrî Kurdistanê mezin bibe jî bi hişmendiya Kurdbûn û welatparêziyê ku ji malbata xwe girtiye, hîn di temenê xwe ya biçûk de heskirina wî li hember Partiya me û gerîla çebûye. Hevreyê me Bahoz ku di nava têkoşîna azadiya gelê me û şert û mercên ku têkoşînê afirandiye mezin bûye, bi xwezayî xwe jî di nava têkoşînê de dîtiye. Di temenê xwe yê ciwantiyê de bi coş û hêzeke mezin tevlî xebatên ciwanan bûye û tevlî gelek çalakiyên ku li dijî dijmin hatiye pêşxistin bûye. Lê berê hevreyê me Bahoz tim li Kurdistan û çiyayên azad bûye û ji bo azadiya gelê me têkoşîna herî bi bandor bi tevlîbûna nava refên gerîlayê re dîtiye.
Hevreyê me Bahoz ku di sala 2015’an de tevlî refên gerîla bûye, bi hesreta li hemberî welatê xwe Kurdistan û gerîla di demeke kurt de fêrî jiyana gerîla bû. Hevreyê me Bahoz ku bi evîn û azweriyekê kar kir, di her xebatê xwe de bi ser ket û berê xwe da xebat û serketinên cuda. Bi taybetî ji ber eleqeya xwe ya xebatên leşkerî lê hûrbûna xwe bi giranî da li ser taktîkên gerîla. Hevreyê me Bahoz ku ji pratîkên şer ên berê ezmûn girt, ked û hewldanek mezin di pêşxistin û pêkanîna taktîkên nû ên gerîlayan de daye û serketiye. Li ser vê esasê di çarçoveya projeya jî nû ve avakirina gerîla de her tim xwe perwerde kiriye. Ji fêrbûna teknîka leşkerî yê şerê îroyîn, tedbîrên pêwîst ên ku divê li dijî teknîka dijmin bên girtin û di gelek mijaran de xwe pêşxistiye. Lê ketiye wê baweriyê ku di şerê roja îroyîn de tenê bi aliyê leşkerî serketin ne pêkan e û xwe gihandiye wê baweriyê ku divê di wateya îdolojiyê de jî pêşbikeve. Bi vê armancê felsefeya Rêbertî xwendiye, nîqaş kiriye û encamên ku jê derxistiye di kesayeta xwe bi cih kiriye û hedef kiriye ku bibe mîlîtanekî Apoyî. Hevreyê me Bahoz ku xwe li ser esasê îdeolojiya Rêbertî pêşxistiye, bi awayek zû taybetmendiyên pergalê ên li se xwe avêtiye û di bûyîna kesayetek azad de gavên pêbawer avêtiye. Ji ber vê taybetmendiyê xwe ji aliyê hevalên xwe ve hatiye hêskirin û bûye mîlîtanekî mînak. Piştî ku xwe di aliyê îdeolojî û leşkerî de pêşxistiye weke mîlîtanekî pêşeng yê gelê me ji bo di pêvajoya dîrokî ku em têde derbas dibin, bibe bersiva hêviyên azadiyê ya gelê me çûyîna Bakurê Kurdistanê ji xwe re dike armanc.
Li se vê bîngehê ji bo ku bi koka xwe re bibe yek berê xwe dide qada Botanê. Bi bawerî, îdia, bibiryarî û li se bîngehê serketinê derbasî botanê dibe û ewil tevlî xebatên qada Bestayê dibe. Di Bestayê de zêdetir di mijarên şopandina dijmin û fêmkirina tevgerên wan de xwe pêşxistiye û li se vê bîngehê plana çalakiyên ku wê pêkbîne kiriye. Bi tevlîbûna xwe ya sade û fedakar, di amadekarî û pêkanîna çalakiyên li qada Bestayê bûye û ji bo serketîna çalakiyan kedek mezin daye. Hevreyê me Bahoz ku piştre derbasî qada Kato Jîrka bû, di vê qadê de tevlîbûna xwe xurttir dike û hewl daye bibe bersiva pêvajoyê. Tevî hemû teknîkên pêşketî ên dijmin, bi afirêneriya gerîlatiya Apoyî amadekariya çalakiyên nû kiriye û bi nepenî û hasasiyetekî mezin amadekariyên xwe bi serketinê encam kiriye. Bi taybet di çalakiya sabotajê ên afirîner ku li qada Deriyê Qaçê hat pêşxistin de windahiyên mezin daye dijmin û têkneçûna gerîla û israra wê ya di serketinê de carek din jî nîşan daye. Hevreyê me Bahoz mîlîtanekî ku her keliyê xwe bi keda xwe afirandiye, bi vê taybetmeniyê xwe re xwe gihandiye cewhera mîtîtanê Apoyî û bi wêrekî û fedakariya xwe ji hemû hevreyên xwe re bûye mînak.[1]