Salan Mehmûd Bozan, kesayetekî mamoste û akademîk di dîroka 31.01.1997'an de li bajarê #Kobanî# ji ya ser bi Rojavayê Kurdistanê ji dayîk bûye. Gava ku ew hîna di sê saliya xwe de bû malbata wan koçberî bajarê helebê bûn, li wir xwendina xwe ya seretayî û navîn xwend û di sala 2012'an de bi malbata xwe re vegeriyan ware xwe kobaniyê. Li wir bawernameya amadehî ya zanistî bi dest xist, di pey re bi xwe, xwe pêşxist û sedan pirtûkên herêmî û cîhanî xwendin.
Piştî ku bawernameya xwe bi dest xist, van êrîşên komên çete yên rêxistina Daişê hate dest pê kirin, vê yekê bandor lê kir û ku bi qasî du salan ji xwendina xwe bi dûr bikeve, paşê di akademiya şehîd Gîvara Dalî ya amadekirina mamosteyan de beşê bîrkarî xwend û bi riya wê re fêrî xwendin û nivîsandina bi zimanê kurdî bû, û girîngiyeke pir taybet da zimanê kurdî ku d i encamê bi naverasta 95% bi ser ket.
Salan Bozan di maweya xwendina zanîngehê de gelekî bi xwendekarên fakulteya ziman û wêjeya kurdî bandor bû, di nava wan de yê herî ku bandor lê kir hevala wî Zozan Birko bû, wê ya ku piştgirî ji bo xwendina pirtûkan û wêjeyê de. Li rex xwendina xwe ya warê zanaistî de, girîngî gelekî dida ziman û wêjeyê. Her ew beşdarî kovara Sormî ya xwendin û wergerê jî bû, gelek tekstên biçûk ji zimanê erebî werdigerand zimanê kurdî. Lê xwendina wî ya di warê endazyariya çandiniyê li zanîngeha Rojava jê re bûbû avantacekî di riya wî ya xwendinê de.
Salan Bozan di sala 2020'an de di beşê endazyariya çandiniyê de ji zanîngeha Rojava derçû, her wiha wî demeke kurt di rêveberiya giştî ya ekolojiyê de wekî serpereştiya meştel û parkan kiriye, paşê jî derbasî zanîngeha Kobaniyê bû û di branşa xwe de ders dan.
Piştî ewqas westan û xwendina di ber warên wêjeyê de, ew niha romaneke kurt ya jînameyî dinivîse.[1]