Pişaftin û manîpulasyona sistematîk a dewletên dagirker ku di dîrok û çanda kurdan de her tim hebûye, herî zêde li ser ol û baweriyên Kurdan qewîmiye. Baweriyên qedîm ên wek Kakaî, Yaresanî, Elewîtî bi piranî wek Ehlê Heq tên nasîn. Her yek ji van dikare bibe nûnerê baweriyên Kurdan yên roja me û ev bawerî tev jî ji heman çavkaniya qedîm hatine.
Jiber hin egeran di navbera van baweriyên navborî de hin nuans hebin jî, di eslê xwe de ev hemî di bin siwanekî de tên cem hev û li ser kokekîne. Pişaftina fermî ya dagirkeran ku bi awayekî manîpulatîv ev bawerî/ol ji kurdbûnê dûrxistine divê bi rêya xebatên nû betê zelalkirin û çareserkirin. Dîsa divê li ser van mijarên girîng bi rêya xebat û lêkolinên berfireh û bi aweyekî hurgulî were rawestin. Ji bo vê yekê rêbazeke gîrîng jî ew e ku divê çi çavkaniyên pîroz çi çavkaniyên din ên dirokî kû têkildarê van baweriyan e, bête tespîtkirin, ev çavkanî bi her awayî derkevin holê û bêtir bên şerhkirin.
Kitêba Nameya Serancamê ku di salên 1200an de derketiye holê wek kitêbeke pîroz, sereke ya Kurdên Yaresaniyan tê qebûlkirin. Kitêba Serancam berhem û çavkaniyeke pir girîng e. Ev kitêb dikare rê li ber analizên felsefî, dîrokî yên li ser Kakaî, Yaresanî û Elewiyan vedike. Jiber heya niha ku ev çavkaniya girîng nehatibû latinizekirin û li gel zaravayê Kurmancî nehatibû wergerandin vê yêkê jî, ji bo hewldana wergerê em motîve kirin. Piştî lêkolîneke hûrgulî, lêgerîneke tîtîz, bi saya çavdêriya gelek çavkaniyan, kitêba Nameyan Serancamê derkete holê. Çend mînakên serancamê li Zankoya Koyê li beşa Felsefe û li Pirtukxaneya Netewî ya Hewlêrê de cih digre. Me li ser versiyonên Gorani, Sorani û Farîsî ligel wergereke Kurmaciye ku bi tipên latini hatiye nivîsîn xabata xwe kir û hin metnên Yaresaniyan jî li kitêba berdastê we zêdekir. Ev kitêb ji nav weşanxana Sîtavê derçû. Di warê lîteratur, lekolinên sehayê û kordînatoriyê de kek İsmet Yuce berpirsiyarî girt. Sidiq Sefîzade û wergerê zaravayê Kurmancî Muhsîn Özdemîr û Sabir Ebdulahizad jî karê şirovêkerinê dan ser milên xwe. Dîsa me ev kitêb li gel zimanê tirkî ji tercûmekir em ê di demekî nêzik de ser pilana çapa Tirkî jî bişxulin. Em ji wergara kurmacî Kitêba Seracamê -ku ji bo baweriyên Yaresaniyan kitêbeke sereke ye- hevî dikin rêya xebatên bi vî rengî vebike. Ji bo xebatên di vî warî de ji gelek kesî re bibe îlham. Dîsa em hêvi dikin ev xebat bi awayekî vekirî bi de nîşan ku baweriyên wek Elawîtî, Yaresanî, Kakayî ji heman kok û asasê tên û ev zanîn jî beriya gelek çewtî , nezaniyên ku di van mesala da tê kirin bigre.
$Beşek Ji Pêşgotina Kitêbê$
Çavkanyen fikra Kurd Elewî: Serencam
Bawerîya Yarsanî û Ehlê Heq xwe dispêre windanebûna hebûnê. Ev hebûn jî di teşeya hebûneke din de dikeve jîyînê. Ev bawerî ji zerdeştîyê heta elewîtîyê li gel cure û cihêbûnan heman raman in ku bi dêlindêzan pêk tên. Mirov dikare şopa vê bawerîyê li Qoçgirî, Efrîn, Xorasan û Ûrmîyê bi awayekî şênber bibîne. Jixwe armanca wergera me ya vê kitêbê jî ev e ku em di çavkanîyeke bingehîn de van cureyên cuda derxin holê. Îcar Serencam û felsefeya wê ji demeke gelek kevin ve hatîye, lê ew di sala 1200î de ji alîyê Siltan Sahakî ve bi awayekî bi rêk û pêk hatîye nivîsîn. Ji ber ku çavkanîyên kurdên elewî tune bûn, her lêkolînerî ji ber bandora bawerîyên din ev çavkanî li gorî nêrînên xwê yên cihêreng bi awayekî rave kirine. Lê belê çavkanîya bingehîn a kêmguherbar kitêba Serencamê ye, ev jî ji bo kurdên elewî ku bawerîya wan ji zerdeştîyê hatîye roja îro, çavkanîyeke bêhempa ye.
Ev bawerî berîya Şah Îsmaîlê ku di salên 1500î li wê erdnîgarîya ku kurdên elewî îro lê dijîn ango ji Bexdayê heta Meraşê lê bûyî desthilatdar hebû. Ev bawerî û teşeya jîyana wê di Serencamê de bi awayekî zelal tê vegotin. Lê mirov nikare bibêje ku bandora dîn û bawerîyên din li ser vê bawerîyê çênebûne.
Berîya zayînê di serdema 4an de helbestkar Borazbozê Hewramî û Nûşîrewanê ku piştî zayînê di serdema 5an de jîyaye, derbarê zordarî, cewrkarî û dagirkirina ereban de ya ku çand, gerdîş û bawerîya kurdên elewî tune dikir zêmarên helbestkî nivîsîne. Çavkanîyên dîrokî yên derbarê bawerîya elewîyan de wiha diçine demeke geleke dêrîn. Çavkanîyên nû jî ku li Kurdistanê tên dîtin, şêweyekî bişaftinê ne. Lê em bawer in ku Kitêba Serencamê dê bibe koşebendeke vê ya girîng. Dê nîqaş û lêkolînên nû ji bo vegera çavkanîyan bibe rêyeke bingehîn. Her çendî ramana elewîtîyê bi lîteratûra îslamê bi bandor bûbe jî, ku ev bandor feraseta pergal û dagirkerîyê ye, lê bi arava berhemên mîna Serencamê ev bawerî hatîye parastin. Heke mirov pêvajoya dîrokî û herêmî bide ber çavan, weke hin bandoran bandora lîteratûra îslamî jî bivê nevê çêdibe.
Cepheya li pişta felsefeya elewîtîyê ku heqîqet e, xwe di ramana mirov-Xweda de li erdnîgarîya Mezopotamyayê dibîne. Dîroka wê wek felsefî pir kûr be jî, zêdetir mirov dikare bibêje şîroveyeke elewîtîyê ye. Mirov dikare vê heya zerdeştîya ku bingeha ramana wê mirov û xweza ye bibe. Bêguman di avabûna xwe de di bin bandora bawerîyên civakî yên heyama nû de jî maye. Nûnertîya vê bêhtir di herêma navîn de Pîr, Hozan û şexsîyetên feylesof dikin; bo nimûne Kalê Xidir, Şêx Silêman (Araboglu), Baba Mensûr ji pêşengên wan in. Di serê qirna 20î de Elîyê Kotrê û xwendekarên wî Melûlî, Şêx Mamo (Mamkê Kose), Şêx Silêman peyrewên wan in. Xandara (Ocaxa) Sinemilî, Xandara Qantarma û Pîrên wan navendên girîng ên Yarsanîyan in.
A rast elewîtîya klasîk wek milet xwe di kurdan de dabîn dike. Li Kurdistanê di qadeke pir berfireh de bi nifûseke mezin tê temsîlkirin. Li derveyî erdnîgarîya Kurdistanê, li Xorasan û herêma sirgûnê Cîhanbeylîyê û li Heymanayê û li Rojhilat li Kirmanşanê kurdên elewî yên Yarsan-Ehlê Heq dijîn. Herêma bakurê Dêrsimê û hemû rojava û rojavayê bakurê wir kurdên elewî ne, ev qad; ji Dîlokê heya Zarayê wek xetekê dirêj dibe. Çand, jîyan û bawerîya van deveran hema hema yek bi yek mîna hev in.
Bi gotina Mehmet Bayrak; zelalkirina etno-dînî û hewl û polîtîkaya tirkkirin-îslamkirinê, wek bingeha ceribandinên ku elewîtîyê ji kurdbûnê, kurdbûnê jî ji elewîtîyê veqetînin. Daxwaza dagirkeran li ser xeta vê bêlbûnê ye. Ji komkujîyan vir de, polîtîkayên serdest, taktîkên sîyasî û leşkerî ji bo ku elewîyan ji kurdbûnê dûr bikin pêk anîne. Armanca vê dîroka qelp û sexte, teorîyên li ser zimên, hemû komkujî û sirgûnan ev e.
Di şerên navbera Îran û Osmanîyan de, kurdên elewî yên ku ji Bakurê Kurdistanê koçberê Xorasanê hatine kirin û yên ku piştî Peymana Qesr-î Şirîn a 1639an vegerîyan e bakurê Kurdistanê û bawerîyên kêmneteweyên din, her tim beranberî zextekê mane. Wê dema ku polîtîkaya bişaftinê jî li ser van koç û zextan zêde bû şiqitîna binyata pir rehendî pêk hat. Kurdên elewî jî ku li axa Osmanîyan têra xwe hatin belavkirin para xwe ji vê girt. Hem di kêmasîya hîsa milî hem jî birêvebirina bawerîyê de pirsgirêkên micid der bûn. Ev jî jiholêrakirina çand û nikolkirina bawerîya kurdbûnê bû. Rewşa vê zexta giran heyîna xwe domand û bi demê re jî hê girantir bû. Zext li Pîr û Hozanan hat kirin ku berhemên xwe zimanê tirkî, farisî, osmanî û erebî binivîsin û bixwînin. Di heyama nû de ji ber ku zimanê fermî jî bû tirkî, bişaftina zimên kûrtir bû. Osmanî û rêvebirên wan ên dûv wan bi pergaleke taybet xwestin elewîyan ji axa wan qut bikin ku ji kurdbûna xwe dûr bikevin û bi awayekî bişaftî bawerîya wan bi wan bidin pejirandin da ku bi demê re tune bibin. Bi vî awayî xwestine ramana kurdbûnê qels bibe ku bikaribin wan bi navenda xwe ve girê bidin.
Nûnertîya serdest a Elewîtîya Ehlê Heq Yaresan li rojhilat, Kakayî li rojhilat û hinek jî li başûrê Kurdistanê û Şebek jî li başûrê Kurdistanê dijîn. Her çendî ev pênasekirin bi nav û pênaseyên cuda cuda bên fêmkirin jî, lê di eslê xwe de di yek qadê de tên dîtin. A arîşe ev e ku di vê qadê de pir lêkolîn çênebûne, li ser lêkolînên hatine kirin jî kêm lihevkirin çêbûne. Li gel ku me ji bo vê xebata kurt lêkolîneke berfireh kiribe jî, me kêm agahî bi dest xist û me dît ku an ev agahî dişibin hev an jî referansên hatine şewişandin in. Întiqala me ya bingehîn ev e ku, elewîtî hema hema yek bi yek dişibe elewîtîya herêmên din ên Kurdistanê. Ji alîyê Merûf Xeznedar ve tê dîyarkirin ku Yaresan-Hewramî ji ber kevneşopîya Zerdeştî di referansên xwe yên bawerîyê de şûna erebî, kurdî bi kar tînin. Dîsa heman lêkolîner dibêje ku, ‘wêjeya kurdî, zaravayê goranî digihêje Ehlê Heq.
Kitêba pîroz ‘Zebûr Heqîqat’ ku ji ‘Dewra Balûl’ û berhemên din ên Behlûlê Zana pêk hatîye çavkanîyên bingehîn ên Yarsanitîyê çêkirîye. Behlûl avakar û dahênerê “Rêbaza Yarî” ya Ehlê Heq e. Ew di serdema 8an de, li Loristanê, li herêma Mahilkûfeyê ji dayîk bûye. Li gorî Serencamê Behlûl di sala 837an de çûye ber dilovanîya Xweda û li Loristanê tê veşartin. Di lîteratûra kurdan de, di wateya ‘Medî’ de wek Behlûlê Madî (Mahî) tê zanîn. Wî berhemên xwe bi zimanê kurdî bi zaraveyê lorî û goranî nivîsine. Lê mixabin ji bêxwedîtî piranîya berhemên wî têk çûne û winda bûne.
Nûnerekî din ê herî bibandor ê vê bawerîyê bêguman Baba Tahirê Uryan e, ku di sedsala 10an de jîyaye û kesekî jîr û pir navdar e. Ew wek Baba Tahirê Hemedanî, Baba Tahirê Lorî jî tê naskirin. Hozan û helbestkarê navdar di sala 935an de li Hemedanê ji dayîk bûye. Her çendî ku der barê wî de pir agahîyên berfireh tune bin jî, lê wî jî bi zaraveyê lorî helbestên xwe nivîsîne. Der barê wî de tê gotin ku Baba Tahirê Uryan şevekê bi xew ve diçe di xewê de qêrîn jê diçe û dibêje: “Kurd ketime xewa şevê, sibê ereb hişyar bûm”, û çawa hişyar dibe roja din xwe bi nûra zanînê rewşen û xemilandî dibîne û hemû rêyên zanînê li ber Baba Tahirê Uryan vedibin. Baba Tahirê Uryan ji wê rojê pê de bûye hewara windabûna neteweyî û xwedî li reh û koka xwe derketîye. Mirov dikare gelek hozanên kurd ên jin jî li ser van zêde bike.
Dîsa li rojhilat kitêba bingehîn a Yarsanîyan, ‘Serencam’, ji alîyê Siltan Îshaqî ve hatîye nivîsîn. 200 rûpel e, di sedsala 14an de bi zaraveyê Hewremî hatîye nivîsîn, ji helbestan pêk tê. Navenda bawerîya Ehlê Heq Kirmanşan, Nosûd e.
Ji Ehlê Heq ên li başûrê Kurdistanê jî, Kakayî, Îbrahîmî, Bejwan û Şebek tê gotin. Wek bingehîn cudahîyên biçûk dihebînin lê xwedî heman bawerî û terzên elewîtîyê ne. Şebekan bêhtir dispêrin Xorasanê. Wekî têgeh tê wateya, Rêya Heqîqetê, ya rêya rast hilbijartî û endamê heqîqetê. Di kurdî de têgeha kakayî tê wateya birayê mezin. Di bawerîya elewîtîyê de têgeha ‘biratîyê’ têra xwe girîng e. Bi gelemperî ku sedsala 8an wek referans bê girtin jî, tê qebûlkirin ku di sedsala 13an de Siltan Îshaq ev bawerî sîstematîze kirîye.
Weke ku hat ravekirin, li hemû deverên Kurdsitanê terz, pêkanîn, felsefe û bawerîya elewîtîyê wekî hev in. Li erdnîgarîyên gelek cuda bin jî, ji alîyê fizîkî û çandî ve mîna hev in. Rê û resmên jîyanê cudahîyên biçûk dihebîne. Li gel van li her herêma ku lê ye, weke Tebarî gotîye, bi awayekî serhildêr xwedî li bawerî û kurdbûna xwe derdikevin, sedsalan e li gel her cure bişaftin û zextan, bawerî û helwesta xwe ya neteweyî gihandine roja îro.
Ev xebat bi tevkarî û hewla komeke hevalan pêk hatîye. Li şûna ku ez wan yek bi yekî dîyar bikim, bi navê ku em dixwazin bi kar bînin malavahî li her kesî dikim. Ji bo ku em dixwazin vê xebatê û xebatên dûv vê re tevlî fikra kurd bikin, ji bo çavkanîyên xwe zêde bikin, em dixwazin bi navê ‘’KANÎYA KURDAN’ di vê rêyê de dewam bikin.[1]