Navê pirtûkê: Edebîyeta Devikî û Şer
Navê nivîskar: Şerefxan Cizîrî
Cihê çapkirina pirtûkê: #Amed#
Navê çapxaneyê: Lîs 2021
Şer; êş û azar, xwîn û mirin û hemû pênaseyên xemê ku dibin babetên huner, wêje û hemû çanda her neteweyekê. Wek hêmanên din ên jiyanê şer, çawa bandora xwe li çand, huner û wêjeyên cuda yên cîhanê kiribe, belkî bêtir bandora xwe li çand, huner û wêjeya Kurd kiriye. Ji ber giringîya wê, ev babet şayanî lêkolîn û serpêhêşandinê ye.
Bi vê mebestê Nivîskar Şerefxan Cizîrî, di vê xebata xwe de dide dû şopên wateya têgeha ‘Şer’ û di derbarê vê têgehê de teorîyan pêşkêş dike û rîwangeyên cuda yên li ser vê têgehê li ser wêjeya Kurdî ya devkî dide sepandin.
Cizîrî, bi mînakên şênber dengbêjîya şeran radixe ber çavan, mînakên balkêş ji wêjeya devkî pêşkêşi xwenderan dike. Şerefxan Cizîrî, mirov dibe ser Girê Ridwanê û destana Çeleng Evdal, dide guhdarîkirin. Mirov dike şahidê bûyerên reşedar ên navbera Kurdên muslîm û derî muslîm ango Ezdayiyan û şerên birakujiyê. Dûre mirov dibe Keleha Heranê û şerê navbêna Kurd û Ereban dihêne ber çavan da ku hişmendiyeke dîrokî ava bibe.[1]