#Adar Gulan#
Li Parîsa ku ji aktîvîst û têkoşerên kurd re bûye xefika kuştinê, piştî kuştina Evînê, ma kî pê tîne yeqînî. Hey Parîs, çima bûyî qesasê Evînê? Parîs, her ku çû ji ronahiyê dûrketî, tu wêran bibî. Ev ji bo te rûreşî ye
Parîs; ji bo kurdan çima ew qas xayîn î?
Li kuçeyên te bêbextî li me barîn. Bila bes li kolanên te, xwîna jinên pêşeng bê rêtin. Ev ji bo demokrasî û edaleta te şermek e. Me navê te li pêveka qesasê Sara, Evîn, Rojbîn, Ronahî, Mîr û apê Abdurehman nivîsî.
Roja 23’yê kanûna 2022’yan, MÎT’a tirk çek xistibû destê kujerekî ku ji zû ve kirê kiribû, ber bi Navenda Çanda Kurd a Ahmet Kaya a Parîsê ve xistibûn rê. Hedefa vî gurê devbixwîn a ewil Evîn Goyî bû helbet, pîştî ku tetîkeşê nemerd giha armanca xwe, îca ji bo apê Abdurehman û Mîr Perwer pêl tetîkê kiribû. Lê ewil û rast e rast Evîn di hedefa êrîşa wî de bû. Ev êrîşa ku berê hatibû plankirin, bi kujerek pispor pêk anîn.
Di encama vê êrîşa bêbext-namerd de, her sê evîndarên têkoşîna azadiyê, Evîn, Mîr û Abdurehman şehîd bibûn… Şerma mezin; dewleta Fransa, li hember vê hovîtiyê xwe bi ker, kor û lalbûne danî.
Evîn Goyî, ji wan jinên pêşeng bû ku beriya 34 salan ji bo azadiya gelê xwe li çiya, deşt û zozanên welatê xwe geriya. Li Rojava, Şengal û Ewropayê di riya heqîqetê de têkoşîn meşand. Mîr Perwer, hunermendekî ciwan bû, dilê wî ji bo azadiyê lê dida, ruhê wî li ba berxwedana gerîlayên azadiyê mezin dibû. Mîr, dilsozê şopa nemir şehîd hozan Serhed bû. Apê Abdûrehman, welatperwerekî esîl, girêdayî doza gelê xwe bû. Yek ji Apociyê kevin ê Qaqizmanê bû! Bîra wî, ji ezmûna dîroka berxwedanê bû.
Xemla têkoşîna 34 salan li ba Evînê hûnandi bû. Ji temenê zarokatî hetanî roja pakrewaniyê, li ber xwe da. Xisleta xwe bi têkoşînê rêxistin kir; di avakirina hestên xwe de jina bi hêz a şoreşger bi cih kir. Di jiyana xwe de felsefeya xeta jinên azad bi rêgêzên bîrdoziya rizgariya jinan re herikand. 34 salan di her şert û mercên zehmet ên şoreşa Kurdistanê de, ruh, dil û mejiyê xwe ji bo pêşxistina têkoşînê xebitand. Hemû lêgerînên Evînê, di xizmeta têkoşîna azadiyê de bûn.
Rêgezên jiyana Evînê, ji pîvanên rêhevaltiya rast ên têkoşînê pêk dihat. Ji bo wê jiyan, serkeftina şoreşê bû. Xeyalên xwe yên mezin, bi meşandina kar û xebatê arasteyî kaniya mejî kiribû. Kedkarî, kar û xebat li ba wê tiştekî bê dawî bû… Ew Evîna rojên zor a rêhevaltiyê bû.
Evîn Goyî, temsîla dîroka jinên şoreşger ên azadiyê bû. Her wiha ji fermandarên ewil a damezrîner a artêşa jin bû. Di avakirina kakilê artêşê de, pêşengî kir û kedeke wê ya mezin çêbû. Mirov ji têkiliyên wê yên pak, tama hevalên kevin ên Apociyên ewil digirt. Xurcika wê, ji bîranînên rêhevaltiya dîroka şoreşê tijî hevî, hezkirin û bawerî bû. Daxwaza wê nivîsandina dîroka azadiya jinan bû. Her kesî/ê ji sekna wê ya ji xwebawer, ji ezmûnên wê yên jiyanê hêz digirt.
Evîn Goyî, ji Botanê hetanî Zagrosê, ji Rojava hetanî Şingalê ji têkoşîna jinan re pêşengî kir. Li dijî hovîtiya çeteyên DAIŞ’ê şer kir û birîndar bû. Lê tevî wê jî erka avakirina binesaziya şoreşê weke berpirsiyariya xwe didît. Di pêşengiya wê de li rojava pergala komun, meclîsan a paradigmaya neteweya demokratîk ava bû. Di avakirina têkiliyên pêkhateyan de bi zanyarî tevgeriya, bi hezaran mirov ji sekna wê bandor dibûn û tev li karwanê şoreşê dibûn.
Cihê Evînê yê di dîroka jinan de, cihekî taybet bû. Di nav tevgera jinên kurd de, naskirî, xwedî cihekî zana bû. Hestên wê yên kûr, pêla rêhevaltiya sira jinên pîroz dizanî wê biherikîne ku. Di xeyalên Evîn Goyîyê de, hêmanê şoreşa dînamîk rêxistin bû lê ya girîng meşa pîştî şoreşê, parastina destkeftiyên şoreşê bû. Ji wê li rojavayê Kurdistanê, bê hesap tev li meşa jinûveavakirina pergala şoreşê bûbû.
Erê tê bîra te, me soza ku em ê li Zagrosê govenda serkeftinê bigerînin dabû hev. Me gotibû em ê li çiyayên Cûdî û Gabarê agirê Newrozê hilbikin! Me wê li gel koma hevalan li rexê Avaşînê dîwana jinên dengbêj bigeranda, li ber çemê Zê, meşa xwe bidomanda… Hey wax ji derdê vê bêbextiya bi ser kurdan de hat. Çûyîneke mezin, bêwext ji bo me çend giran hat! Piştî çûyîna Evînê nivîsandin, gelek zor e. Ew di dilê me de ji pêteke ar e…
Evîn Goyî, temsîla çîroka avabûna rêxistina jinên azad e. Pirtûk e, dîrok e û çîrok e. Bi kêmbûna te em xemgîn in, dilê me ji bo jina Botanê bi êş e. Her wiha li hember komkujî, komploger, xayînan bi hêrs e. Em şehîdên Parîsê ne di axê de di dile xwe de vedişêrin. Têkoşîna Evînê ya 34 salan, ji bo me bîr e, rûmet e. Evîn, serbilindiya jinên azad e.[1]