Navê pirtûkê: Şahînşahê Portekîzê
Navê nivîskar: Mela Mehmûdê Bazîdî
Cihê çapkirina pirtûkê: Amed
Navê çapxaneyê: Lîs
Adat û Rusûmatnameyê Ekradiye ji dehan yek berhem û xebatên hêja yên Mela Mehmûdê Bazîdî ye. Bazîdî ev berhema han di sala 1857/58'an de bi handan û rênîşandêrîya A. Jaba nivîsandiye. Ji ber ku hemû taybetiyên urf û adetî yên Kurdan bi awayekî kurt, lê tijî raxistine ber çavan sûdeke bêhempa diyariyî xwenderên xwe dike.
Dîplomat, wergêr, çîroknivîs, ferhengnivîs, zimannas, civaknas û şarezayekî têr û piralî Mela Mehmûdê Bazîdî, di vê berhema xwe de, tîpguhêzîya bi alfabeya Latînî û Krîlî pergî hev kiriye û bi ser nivîsa resen a bi tîpên Erebî çarçoveyeke freh pêşan daye.
Berhem, ji bo lêkolînerên li ser babetên çand, folklor, pend û Adatî yên civaka kurd de xebatên akadîmîk dimeşînin jî jêdereke baş e.
Ev berhem, yekem xebata civaknasî, etnolojî û etnografî ku li ser Kurdan bi Kurdî hatiye nivîsandin e. [1]