Navê pirtûkê:Kêşana Lêkeran
Navê nivîskar: Birahîm Xelîl Taş
Cihê çapkirina pirtûkê: Amed
Navê çapxaneyê: Lîs
Di hevokê de, lêker bingeha hevoksaziyê ye. Peyva ku tevger û kirinê di hevokê de nîşan dide lêker e, wisa ye ku bê lêker hevok nayê sazkirin.
Nivîskar Birahîm Xelîl Taş, ji bo vê girîngiya lêkeran di Kurdî, zaravayê Kurmancî de jî dupat bike û di vî warî de tevkariyeke girîng li rêzimana Kurmancî bike, di Kêşana Lêkeran de, 74 kêşan li 5251 lêkeran sepandine. Bi vî awayî jî, li ser bingeha bi rist (regular) û bê rist (irregular) mekanîzmaya lêkerên zaravayê Kurmancî nîşan daye..[1]