$Nivîskarê kurd Mihemedê Pîrê$
Mihemedê Pîrê (Pîr Mem) di sala 1950 î de, li gundê Kurdoyê ji dayik bûye. Xwendina xwe ya bilind li Zanîngeha Beyrûtê beşê coxrafiya xwendiye. Piştî xwendina Zanîngehê xwe fêrî xwendin û nivîsîna bi zimanê kurdî kiriye, û di wê demê da dest bi xwendina hejmarek mezin ji pirtûkên kurdî kiriye. Piştî ku hînî xwendin û nivîsandina bi kurdiya kurmancî dibe, îcar dest bi berhevkirina metelok û gotinên pêşîyan, çîrok û çîvanokên gelêrî dike. Bi hezaran gotin, biwêj û metelokên kurdî yên herêmî civandiye.
Di sala 1984 an de, dest bi amadekirina ferhengeka berfireh dike (Ferhenga Zimanê Kurdî bi Zarê Kurmancî), amadekirina ferhengê heya sala 2013 an pêre dirêj kiriye. Ev Ferheng bêhtirî 80 hezar bêjeyan li xwe digire.
$Berhemên wî yên çapkirî:$
1. Ferhenga Zimanê Kurdî (çar cild).
2. Destanên Kurdî.
3. Lîstikên Biçûk û Mezinan Li Deşta Mêrdînê.
4. Xoce Simayîl: Dînê Bîrewer.[1]