$Mar di ziman û çanda Kurdî de$
Heger em bi lez û kurtahî guzerek bikin di nava dîroka xwe ya kevnar û çinar de, ji Sumeriyan (efsaneya Gelgamêş) ta Mîtrayî, Med û Maniyan jî, dibînîn (Mar) sembola mayin û saxbûnê bûye û ta niha jî di ola Êzîdiyê de Mar pîroziyê xwe parastiye, ji Laleşa nûraniyê û li ser deriyê peristgehê wêneyê mara reş hêza xwe dide nîşan.
her wiha di zimên de jî gelek peyvên kevnar û resen mane, wek:
Bêmar: nexweş
Tî-êmar: çaresera nexweşiyê
Bêmaristan: nexweşxane
Danmar: Heba îlacê
û gelek peyvên din jî ku efsûs pirraniyê peyvan yan winda bûne yan ber bi windabûnê diçin.
ziman bingeha şunasê ye û nasnameya netew û gel e, loma vegerîn bo felsefe û bingeha zimanê kevn, paşxana ziman kûr û sengîn dike, ziman zengîn û behadartir dike, hêvîxwaz im ev peyva Mar û yên din jî ku em dinivîsin zêdetir zimannasên me li ser baldar bin, bi awayekî kûr û tijî vekolîn li ser bê kirin.
Helbet peyva Mar bi wateya (Mar, Şumar, Jumar, Jimar, Hejmar, Amar) û... gelek din jî tê.. ev wate û ramanekî cuda ye dûr e ji peyva Mar weke sax û îlacê.[1]
Qandîl Şeyxbizînî