Li Amedê hatiye dinê û bi eslê xwe ji navçeya Madenê ye. Dibistan li Amedê û zanîngeh jî detpêkê li Îzmîrê û dû re jî li Amedê li Zanîngeha Dîcle dewam kiriye. Di sala 1983´yan de wekî mamosteyê îngilîzî zanîngeh qedandiye. Ji ber sedemên siyasî tenê kariye demeke kurt mamostetiyê bike. Hê dema lîse dixwend ku wê demê 17 salî bû, ji ber kirina gerînendetiya rojnameya Roja Welat, ceza xwar û sê salan di girtîgehê de ma. Heta 1985´an gelek caran hat girtin. Piştre Bakur terikand û çend salekî li Rojhilata Navîn ma. Wê demê ne bi zimanê xwe yê dayikê zazakî û ne jî bi kurmancî dizanî. Li wir dest bi fêrbûna zazakî û kurmacî kir. Erebî jî li wir fêr bû. Sala 1988’an vegeriya Stenbolê û weşanxaneya bi navê Firat-Dîcle vekir. Kovara Vatan Guneşi ya mehane deranî. Piştî 6 mehan careke din hat girtin û dîsa nêzîkî sê salan di girtîgehê de ma. Piştî serbestberdanê karê xwe yê weşangeriyê dewam kir. Ji sala 1994´an ve li Swîsreyê dijî û wekî pîşe jî di saziyeke fermî de karê arşîvê dike. Berhevkirina arşîva kurdan û dîjîtalkirina wê jî ji ciwaniya xwe ve bê rawestan dom dike. Berhemên ku dîjîtal dike li ser malpera www.arsivakurd.org de diweşîne[1]