Helwest, Têgehên Têkilî wê û Pîvanekên Helwestê.
#Zafer Açar#
#Kovara Kurdinameyê ya Navnetewî#, Jimar: 6 Nîsan 2022.
Helwest wekî rewşa amadebûna însan a raber kes yan objeyan tê terîfkirin û ew ciyekî girîng digire di jiyana wî ya psîkososyal de. Ji bo ku dikare tesîrê li jiyana însan bike di kirin, biryargirtin, parastina fikr û ramanan yan jî jêgerîna ji wan, di sehaya zanistên civakî de bûye mijara gelek lêkolînan. Di lîteratura kurdî de, li Tirkiyeyê, xebatên têkilî helwestê nû dest pê dikin. Hem wekî têgeh helwest, hem jî têgehên têkilî wê, teoriyên têkilî helwestê, guherîna helwetsan, pîvanekên helwestê pêdivî pê heye ku bêne naskirin û bala lêkolîneran bikşîne ser xwe. Ev xebat armanc dike ku vê yeke bike; hem van têgehên navborî û pîvanekên helwestê bide naskirin hem jî bi danasîna wan bala lêkolîneran bikşîne ser biwara psîkolojiya civakî ku xebat û eleqeyê dixwazin ji bo meseleyên li dor kurdî û hin şaxên kurdolojiyê. Bi vê xebata danasîna mijar û biwarê û lîteraturê wê; em hêvî dikin biwarên mîna sosyolojî, psîkolojiya civakî, perwede û zimanzaniya civakî ku digel wan di kurdolojiyê de xebatên nav-dîsîplînî tê meşandin, ji bo kurdî ew ê rê û îmkanên nû vekin û berê lêkolîneran bidin xebatên van sehayên zanistî. [1]
=KTML_Link_External_Begin=https://www.kurdipedia.org/docviewer.aspx?id=456855&document=0001.PDF=KTML_Link_External_Between=Ji bo xwendinê bikirtînin Helwest, Têgehên Têkilî wê û Pîvanekên Helwestê=KTML_Link_External_End=