$Kurtejiya behremenda kurd Mizgîn Mehmûd$
Mîna ku dibêjin ''Berxwedanî dihêle ku jiyan balkêş bibe û bihêle ku jiyan bêhtir watedar bibe.
Mizgîn Bekir Mehmûd ku bi eslê xwe ji bajarê #Kobanî# ya ser bi Rojavayê Kurdistanê ye di dîroka 25.05.1993'an de li bajarê Şamê ji dayîk dibe, ew ji malbateke 9 kesan pêk tê ku pênc kes ji wan di çavên xwe de nabînin. Ev nexweş vedigere ji ber sedemên dexta çavan (Xilokoma) hîşt ku di çavên xwe de astengdar bibin. Mizgînê ji ber vê sedemê gelekî astengî kişand, lê ti carî ew astengî li pêşiya jiyana Mizgînê nebûn kelem. Wê karibû rikberiya hemû fikrên negatîv bike û piştgiriya xwe û kesên mîna xwe bike.
Mizîgn û xwîşk û birayên xwe di çavên xwe astengdar in, lê xwedî baweriyeke gelekî xurt in, çiku wan karibûn bi kar û xebatên xwe û bi helwesta xwe nerîna civakê li ser vê dîtinê biguherîne. Mizgîn yek ji wan kesên serkeftî bû ku derbasî dibistana taybet a çavên astengdar li Kefersûsa ya Şamê bû. Mizgîn ji refa sisiyan dest bi xwendinê kir û her di asta xwe ya xwendinê de serkeftî bû, piştî ku qonaxa navîn qedand, di qonaxa amadehî de xwendina xwe berdewam kir û di zanîngeha Şamê de jî beşê civaknasî tomar kir, lê ji ber şert û mercên şoreşa sûriyayê wê nekarî xwendina xwe berdewam bike. Hingê Mizgîn û birayê xwe biryar dan ku herin li bajarê Kobanî bi cih bibin, tevî ku ji aliyê karûbarên civakî ve lawaz, wê û koma bira û xwîşkên xwe bi hev re saziya berçav ava kirin. Her wiha wê di peymangeha amadekirina mamosteyan ya Ş.Zozan de du salan beşê ziman û wêjeya kurdî xwend. Paşê wê di dibistanê de perwerdehiya bi zimanê kurdî da û hevseroketiya karûbarên astengdaran a desteya perwerdehiyê kir.
Di dawiya sala 2021'an de Mizgîn Mehmûd derbasî desteya karûbarên civakî dibe û wekî karmend di dîwana karûbarên astengdaran de dixebite, da ku xwe bêhtir îspat bike ku ew jî dikarin tevlî nava qada civakê bibe û karên herî xweşik bikin, ne ku ew bargiranî ne li ser malbata xwe berûvajî wê ew ji malbata xwe re dibin piştî. Tevî ku ew di çavên xwe de nabîne jî lê bi alîkariya birayê xwe û şîroveya wî pê fêrî hinek tiştan bibe çawa bikaribe li ser bernameya word, excel bixebite û raporan binivîse.
Lê kêlek vê yekê jî Mizgîn Mehmûd, pexşan û bîranînan jî bi zimanê kurdî dinivîsîne.[1]