$Guherîna dengên di navbera zaravayê Zazakî û Kurmanciyê de$
#Aras Hiso#
Malbata Hînd-Ewrûpa, ji alîyê bikaranînê ve malbata zimanî ya herî mezin a dinyayê ye. Ji ber ku malbatek e, di navbera zimanên vê malbatê de têkilîyeke xwezayî heye. Lê belê bi borîna demê hinek ziman ji hinekên din pir dûr ketine; hinekan jî ji ber ku şeklê xwe yê eslî parastine, zêdetir nêzika hev mane. Ev rewş di mayîna zaravayên zimanekî de û heta di navbera devokên zaravayekê de jî eynî ye. Bandorên wek hawirdor, dem, çand, têkilîya bi netewên din re û taybetîyên biyolojîk bûne sedema guherîna dengên zimanan. Wekî din nêzikbûna hev a hin dengan û dûrketina mirovan a ji dengên ku li zimanê wan giran tê, bûne sedemên cih guherîna wan. Ji ber van guherînên di zimên de gelek kes, têkilîya zimanê xwe ya bi malbata zimanê xwe re nizane.
Guherîn û dûrketina ziman û zaravayan dibe sedema dûrketina miletan a ji hev jî. Ev dûrketin ewqas dibe ku li hin deran kesên ku bi heman zaravayê dipeyivin jî nikarin hev fehm bikin. Hînbûna van zimanan jî dijwartir dibe. Em vê pirsgirêkê di zaravayên Kurdî de jî dibînin. Ji bo dîtina têkilîya navbera zaravayên Kurdî, me xwest ku em li ser guherîna dengan bisekinin.
Em ê jî guherîna dengan ya di navbera zaravayê kurmancî û Zazakî de bi riya ferhenga Kurmancî-Zazakî ya Çekî Kocadag derxin. Ew dengên ku ji ber guherîn û sedemên cuda cuda de hatine guhertin û dengên cuda û nêzîk bixwe re anîne holê.
Guhertina dengan di navbera kurmancî û zazakî de:
$1- Tîpa (B)ê kurmancî diguhere û dibe (V) di zazakî de:$
- Bafirok: vafirok
- Bagrîsok: vabilîsk
- Bajen: veweşe
- Bakur: vakur
- Bakut: vakut
- Balûr: vinrinde
- Bang: vang
- Baran: varan
- Barikat: verbest
- Barîn: vartiş
- Barîn: varayene, varitene
- Barîn: varayiş, varitiş
- Barîner: varnayox
- Basû: varsû
- Başok: vase
- Befr: vare, vewre, vore, werfe, vawr, vure, vor
- Belabûn: vila bîyene
- Belavbûn: vila bîyene
- Belavok: vilaweke
- Belg: velg
- Ber: ver
- Berbar: verbar
- Berbaz: verbaz
- Berçav: verçim
- Berber: verever, gamver
- Berx: vare, varek, vorek, vere
- Berxurin: verara
- Beyv: vame, vome, vume
- Bez: vezd
- Birûsk: virsik
- Bîr: vîr
- Bîst: vîst
- Bûk: veyveke
- Lewleb: lolev
- Libisîn: livisîyene
$2- Tîpa (D)ê kurmancî diguhere û dibe (V) di zazakî de:$
- Deng: veng, vene
- Dengdêr: vengine, vengdare
- Derberjer: vilençik, servirade, verecer, devecer
- Derketin: vejîyene
- Destegeh: viraştişxane
$3- Tîpa (G)ê kurmancî diguhere û dibe (V) di zazakî de:$
- Gejgering: veyvey dnan
- Gerandî: vîyarteyin
- Gewirandin: vurnayene
- Gift: vate
- Giha: vaş, vas
- Gilele: vaûvirike, vabilisk
- Ginginok: vinvinok
- Gireba: gireva
- Gizgizok: vizvizok
- Gizik: vizik
- Gombûn: vîndîbîyayiş
- Gomkirin: vîndîkerdiş
- Gotin: vatene
- Gotin: vatiş
- Gramofon: vengnivise
- Guhartin: vurnayene
- Guherand: varyasyon, vurîyayiş
- Guheranxwazm: vurnayişwaz
- Guhertin: vurîyayiş
- Guherîner: vurnayox
- Guherînxwaz: vurnayişvvaz
- bedeLnayişwaz: vurnayişvvazîye
- Gul: vile
- Gulîzar: vîlikistan
- Gulomiçk: vargude, vewyrgude
- Gurçik: velik, velke,velkî, velg
- Gurg: verg, varg
- Guvik: vizik
- Güzaf: vatena venge, vengvata
$4- Tîpa (H)ê kurmancî diguhere û dibe (W) di zazakî de:$
- Halê: wina
- Hedimandin: weşanitiş
- Helbijartin: weçînitene
- Hene: wesnî, weşnî
- Her wiha:her winasî
- Herifandin: weşanitene, weşanayene
- Hevrêz: wersêre
- Hezandin: weşanitene, weşanayene
- Hêvrist: wersêre
- Hêwî: wesnî, weşnî
- Hilbijartina: wegnitene
- Hilbûn: webîyene
- Hilgirtin: wegirewtene
- Hişk: wusk, wişk
$5- Tîpa (J)ê kurmancî diguhere û dibe (C-Z) di zazakî de:$
- Jan: canheş, zan
- Jar: zehîr
- Jarandin: zehîrkerdiş
- Jehr: zehîr, zîher
- Jeng: zenge
- Jê re: ci re
- Jêrzemîn: zerzembe
- Jin: cin
- Jihevketî: cêrakewte
- Jin: cuyene, cwîyene, cuwîyene
- Jîrek: cîr, zîrek
- Jojin: zuze
$6- Tîpa (L)ê kurmancî diguhere û dibe (R) di zazakî de:$
- Loqlem: roqila
- Sal: serre
$7- Tîpa (R)ê kurmancî diguhere û dibe (L) di zazakî de:$
- Rawer: lava
$8- Tîpa (Ş)ê kurmancî diguhere û dibe (S) di zazakî de:$
- Şabaş: şabas
- Şad: sahid
- Şalik: salik
- Şayîk: saye
- Şewq: sewqe
- Şeliq: seleq
- Şepik: sapik
- Şeq: seq
- Şemitok: sermitik
- Şelandin: selenayene
$9- Tîpa (V)ê kurmancî diguhere û dibe (M-W) di zazakî de:$
- Liv: lew
- Liva: lîwa
- Nav: name
- Varil: warîl
- Valez: walîz
- Van-: -wan, -wun
- Vekolandin: wekinitene
- Zava: zama
- Av: aw
- Zivistan: zimistan
$ÇAVKANÎ:$
- Duşto yewin (Asta yekemîn), Hînker, Kirmanckî.[1]
- Xecê Petekeya, Niqaşên li ser Alfabeya kurdî, semînera 4, Zanîngeha Kobaniyê. [2]
- Xecê Petekeya, Nîqaşên li ser Kurdîya zazakî, semîner 2 Zanîngeha Kobaniyê.
[1]